ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêxmûs Ehmed diyar kir ku bûyerên ku li kampa Holê rû dane, têkiliya xurt a dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ`ê îsbat dikin. Ji ber dewleta Tikr deriyê sereke ji çeteyan re bûn da ku derbasî Sûriyê bibin. Ehmed got, divê civaka navdewletî li hember şantaj û planên dewleta Tirk bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûcên xwe li herêmên dagirkirî, bi taybetî li dijî jinan didomînin. Civaka navdewletî bi bêdengiya li hemberî van sûcan mirovahiyê dikuje." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser miqdarê genim û ceh ên desteyê ji cotkaran wergirtine eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Akademiya Şehîd Berçem, Fatima Keleş armanca dewleta Tirk a dagirker ji şerê tabyet û belavkirina wê di nava civakê, eşkere kirin ku û got: "Divê civak li hember şêwazê şerê taybet bê perwerdekirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û hiqûqnas diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike gelek dewletên Rojhilata Navîn dagir bike, nasnameya gelên wê biçewsîne û qir bike. Her wiha destnîşan kir ku neteweya demokratîk rêya tekane ya têkbirina hewldanên dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Til Hemîs pirsgirêka avê ya li navenda navçeyê bi rêjeya ji sedî 95 çareser kir. Berpirsên şaredariyê destnîşan kir pirsgirêkên stasyonên avê li gundewarê navçeyê di demeke nêz de wê çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Qeramil ji kevintirîn cihên ku mirov lê nişteh bûye, lê ji ber şerên dirêj ên dîrokê û koçberkirina bi darê zorê wekî hemû gundên derdorê, demografiya gund hat guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA