ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêxên êlên Reqayê destnîşan kirin ku Tirkiye hîna hewl dide ku fitneyê di navbera gelên herêmê de biafrîne. Her wiha bang li gelên Ereb kirin ku ji projeyên Tirkiyê hişyar û baldar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl kiryarên Tirkiyê yên şewitandina zeviyên şêniyên herêmê şermezar kir û got: “Em bang li civaka navdewletî dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe yên li dijî qûta şêniyan û aboriya herêmê rawestîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mihêdî El-Dixêm bang li civaka navdewletî kir ku di demeke lezgîn de dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û got: "Ji ber ku çete li ser ewlehî û aramiya herêmê xeter in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê û qutbûna wê li ser kampa Weşûkanî girt. Bi vê yekê azarên 12 hezar koçberan kêm kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbarê aloziya li herêma Zînî Wertê daxuyaniyekê li pêşiya buroya PYD‘ê dide, saet 18:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Mihemed Xelîl got: "Derfeteke zêrîn derketiye pêşiya Kurdan. Ji bo ku Kurd bigihin armancên xwe û li dijî siyasetên dijmin bisekinin, divê yekîtiya xwe ava bikin. Her gefek li dijî parçeyeke Kurdistanê li dijî tevahî gelê Kurd e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê ya dagirkirî Mihemed Naso got: “Gelek nîqaş û diyalog ji bo pêkanîna yekîtiya netewî di navbera partiyên Kurd de têne kirin. Lê ev gav dereng mane. ENKS ne cidî ye. Hîna bi Îtîlafa Sûriyê, ya ku li dijî Kurdan û destkeftiyên Rojava şer dikin, re ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Mislimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî mehek rojî amadekariyên cejna Remezanê dikin. Lê amadekariyên îsal li gel parastina kevneşopiyên cejnê, ji salên din cudatir in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piraniya cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên Rêveberiya Xweser, bi hatina mewsima çinînê re hewl didin zeviyên herêmê ji şewatan biparêzin. Ji bo vê jî rêzetedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, cejna Remezanê pîroz kirin û gotin: “Em hêvî dikin ku dagirker ji warê me derkevin, em vegerin warê  xwe û aştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Qamişlo plansaziya perwerdeyê ya Online mîna dibistan û zanîngehan meşand da ku xwendekar perwerdeya xwe li mal berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA