ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê – Şaxê Hesekê, semînerekê bi navê "Na ji dagirkeriyê re" li gundê Xirbe yê Çiyayê Kizwan organîze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Reqayê civîna damezrîner a rêxistinên civaka sivîl li hola çand û hûnerê li dar dikeve, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekem a meclisa xeta bakurê herêma Reqayê li dibistana Hizêma lidar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed got: “Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên ji Idlibê dike û alîkariyê dide wan. Heta niha hezar û 500 malbat gihiştine herêmê û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku rewşa koçberan bibînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎL

- Serokkomarê Tirkiyê li ser ragihandinê gefên êrişan li hêzên rejîma Sûriyê yên li Idlibê dike. Dewleta Tirk artêşa xwe û çeteyên xwe li Idlibê kom dike. Hêzên Rejîmê jî amadekariyên şer dikin. Rûsya jî zimanê xwe li hemberî Tirkiyê tûjtir kiriye. Li bermaberî van daneyan çavdêr dibêjin ku aloziya Idlibê ber bi dawî ve diçe.

JIN

- Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê bi pêşengtiya berxwedana têkoşer Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bixemilê. Evîn anî ziman ku dê şal a YPJ‘ê sembola çalakiyên 8‘ê Adarê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya 8‘ê Adarê Roja  Jinên Cîhanê,  jinên Efrînê li kampa Serdemê ya kantona Efrînê, amadekariyên vekirina wereşeyek (kargehek) kardestî û cil û bergên foklorî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

Malbata Wesîm (4) ji bajarê Sibêxan ê yê Dêrazorê, carekî ji ber DAIŞ’ê û carekî jî ji ber dewleta Tirk a dagirker koçber bûn. Wesîm nexweş e û divê bê tedawîkirin. Lê ji ber rewşa madî malbat nikare wî tedawî bike û pêwîstî bi alîkariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarê bakurê Reqayê ji ber xirabûna rêyan gazincan dikin. Aliyên  têkildar jî sedema vê yekê spartin derfetên kêm. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA