ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  21.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo didome û dê mijarên nû werin nîqaşkirin, saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Zeryan Cûdî ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jiyana jinên kantona Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ber bin binpêkirinan veguheriye tariyê. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nava du mehan de zêdeyî 29 jin hatin revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê bi dirûşmeya "Aştiyeke bê sînor" çalakiyên heftane li bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo çalakiyekê lidar dixe û banga beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di avakirina destûra Sûriyê de bike, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMNE)

- Husên Elî got, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin ta însyatîfa KNK‘ê ya avakirina yekitiya kurdî biserkeve û got: "Li hemberî xeteriyên Tirkiyê yekitiya kurdî pêwîstiyek e. Aliyên ku însyatîfê red dikin ximzeta gelê kurd nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ronakbîrê sûrî yê mûxalif Cîbaî bal kişand li ser ku MSD’ê ji diyalogê re vekirî ye û rêzdariyê ji nêrîna li hember xwe digere û wiha got: "Li gel MSD’ê hêza fikrî û exlaqî di rexnedayîn û pejirandina rexneyên dîtir de heye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrînê paneleke bi dirûşma "Bi biratiya gelan em ê pêşerojê ava bikin" li hola Jîn a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Îsal berhêmê tirî li bajarê Minbicê kêm e, kêmbûna berhem bû sedema buhabûna nirxê wê. Aliyên têkildarî diyar kir ku li gorî daxwazê dê destekê bidin cotkaran û pêwîstiyên wan bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra dest bi xebatên nûkirina xetên kanalîzasyonê kir da ku li pey wê dest bi sererstkirina rêyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya ji ber kombûna berhameyên avakirinê di nav kolan û taxan de bi gilî ne. Şaredarî diyar kir ku li ser vê pirsgirêkê biryarnameyek hatiye derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA