ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00.

-Li navçeya Til Hemîsê ji bo şehîd Semîr El-Elleyîl konê sersaxiyê li gundê Texlib tê vendan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya mertala zindî ya şêniyên Kobanê li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê di roja 5‘an de û li gundê Ziyaretê yê rojavayê bajarê Kobanê di roja 3‘yemîn de didome. Her wiha çalakiya xelkên bajarê Girê Spî dikeve roja xwe ya 4‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Herêma Qamişlo ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û çawaniya xurtkirina sîstema xweparastinê li gel gefxwarinên Tirkiyê rêze civînan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşengeha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê PYD‘ê ve li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye vekirin di roja duyemîn de didome, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên ku ji ber êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê neçar man koçberî herêma Şehbayê bikin, di kampan de di nav 132 komîn, 4 meclis û 3 şaredariyan her wiha 8 desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwe birêxistin dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Binkeftina Rejîma Sûriyê û Rûsyayê di pêkanîna serkeftinek leşkerî de  eşker bû, çavdêr texmîn dikin ku dibe şerê kolanan û bûyerên kuştinê bi sponseriya Îranê be wek bersîvekê li ser lihevkirinan di nav Rûsya û Amerîkayê de be. Alozî û zext li ser Tirkiyê zêde bûn û şîroveker wê bi hilweşîna imperetoriya Osmanî bi nav dikin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Rojnameger û lîkolînera siyasî ya zanîngeha Sorbonne ya frransî Catherine Gaber destnîşan kir ku Tirkiyê ji ber binkeftinên xwe gelek eniyan li herêmê vedike. Her wiha hewl dide welatên rojavayî bi reftariyên xwe şantaj bike da ku daxwazên xwe li Sûriyê pêk bîne. (BI WÊNE).

JIN

-Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Dêrazorê paneleke li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ya bi serkêşiya jinan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xwexilaskirina ji zîhniyeta ku azadiya wan asteng kiribû, gavên mezin avêtin. Jinan di demeke kurt de sîstema xwe ya demokratîk û meclisên xwe yên xweser ava bikin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişlo di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ajokarên servîsan ên geracên Xiwêran û Xezel ên bajarê Hesekê ji ber kêmbûna xizmetguzeriyê bi gazinc in. Endamê rêveber ê Gerînendeya Veguhestinê ya kantona Hesekê Fewaz Mihemed Elî da zanîn ku ew li benda lêkolîna şaredariyê ne da ku dest bi sererastkirina geracan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA 


Mijarên Din