ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2022`YAN

Şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên şehîdên topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Dêrikê ji nav wan nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 11:30`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Li herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên wê, di dem û cihên cuda de gelek çalakî li dar dikevin û daxuyanî tên dayîn. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên Tebqa, Reqa û rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku ew dê li rex QSD’ê di yek xendeqê de bin û herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk a qirker biparêzin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Li gorî pêşbiniyên hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El Asî heke hêzêh navneteweyî bêdengiya xwe bidomînin dê êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê destnîşan kir ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û eşîrên Ereb wê li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk bê deng nemînin û got: "Ger hêzên Amerîkî bi me re ne cidî bin, divê ji xaka me derkevin." (BI DÎMEN Û WÊNE)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis destnîşan kir ku gelê herêmê li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê li ber xwe didin û bang li hikumeta Şamê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih û axa Sûriyê ji êrişan biparêze. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Mihemed Şahîn gpt ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ên bi armanca valakirina herêmê, dê nesekinin û bang li şêniyan kir ku haya wan ji niyetên hovane yên Tirkiyê hebe. (BI DÎMEN Û WÊNE)

ANALÎZ

Dewleta Tirk di dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan de israr dike û gav bi gav şer girantir û berbelavtir dike. Wisa nebûya, 18'ê mehê piştî saet 12’ê şevê erdnîgariyeke berfireh ji Şehbayê heta Kobanê, ji wir heta Dêrikê, heta Qendîl û Asosê bi hêzên hewayî bombebara nedikir. Dewleta Tirk pir bi rehetî tev digere. Dizane ku parastina hewayî ya Kurdan nîn e. Bi salan Kurdn bi hêzên hewayî bombereban kirin. Tu hêzekê bi parastina hewayî alîkarî neda Kurdan. Hiqûqa navneteweyî nexebitandin. Helwesteke siyasî nîşan nedan. Vê yekê jî dagirkerên Tirk teşwîq û şûm kirin.

ANHA