ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Girkê Legê, li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên Dêrikê ku di encamê de du sivîl şehîd bûn, meşekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê berî didin gundê Patirzan ji bo sersaxiyê ji malbata şehîdê QSD'ê Raman Mazul re bixwazin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariyên kantona Qamişloyê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirka  dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegerên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku propagandayên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê şerê taybet e û hedefa wê tevliheviya baweriya pêkhateyên herêmê bi Rêveberiya Xweser û valakirina herêmê ye. Her wiha bang li rojnamegeran kir ku rola xwe di eşkerekirina realîte û rastiyê de bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Soz didin welat, şehîd û rêber Ocalan, ax, malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe ku em wan ji bîr nakin û dê li ser şopa wan bimeşin", bi van gotinan malbatên şervanên HPG’ê piştevaniya xwe ji hemleya KCK’ê re piştrast kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso bang li kurdistaniyan kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin pêngava KCK'ê da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Kurdistanê bibin bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi dirûşma "Bi rengên pêkhateyên me mîrasa me geş dibe" endamên rêveber ên jin amadekariya mîhrîcana mîrasî ya yekemîn li ser asta herêmên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê dikin. Dê di mîhrîcanê de girseya tîmên hunerî amade bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê şevbihêrekek helbestan li parka Kawa ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêma Cizîrê her sal tevgera çandî heye. Her wiha bi piştevaniya Desteya Çand û Hunerê çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî tên lidarxistin. Lê aliyên têkildar piştrast dikin ku pêwîstî bi lêvegereke giştî ya yekitiyên heyî pêkan e. Da ku rewşa çand, huner û wêjeyê bi pêş keve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURIDISTAN

-Dayikên gerîlayan ji bo piştgiriya gerîla û pêngava KCK'ê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha Roj a tûrên bastîkî ji yekemîn kargehên girîng ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vekirin. Her wiha ji sed karkerî re derfeta kar dabîn kir. Karkerên ji Dêrikê tê de dixebitin û destheqê wê baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên li kampên berxwedanê yên li kantona Şehbayê, xwe ji zivistana sêyan re amade dikin. Koçber dibêjin: "Dê di kampan de heta jinûve vegera li xaka xwe li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA