ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21. 10. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Birîndarên sivîl ên ku di 19‘ê Cotmehê de ji nexweşxaneya Serêkaniyê  hatin derxistin  diyar kirin ku di êrîşên hovane yên Tirkiyê de gelek sivîl şehîd bûn û destnîşan kirin ku cenazeyê bi dehan sivîlan jî di bin enqazan de mane. Birîndaran got: "Heger kuştina sivîlan ne ji ber topbaranê be, ji ber dorpêçê û kêmbûna derman û xebatkarên tenduristiyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Helebê destnîşan kirin ku  artêşa Tirk a dagirker ji êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jina azad hedef bigire. Jina ku bûye nimuneya têkoşîna jinê li ser astên siyasî û leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Kodo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker 22 zarok kuştin û 86 hezar zarok ji perwerdeyê mehrûm hiştin.  Her wiha 810 dibistanan deriyên xwe girtin di nav de 20 dibistan ji ber êrîşên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bi temamî wêran bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji 7 salan ve civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan Êzîdî û Xiristiyanan paşguh dikin. Ji ber ol û nijada wan dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan dike. Ew Êzidî û Xiristiyanên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Dêrikê û Qamişloyê ne. Yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kuştin û koçberkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA