ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarokê Cezayê yê Til Hemîsê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyekê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê gaveke sereke ye ji bo destpêkirina lêpirsînan di Dadgeha Sûcên Navneteweyî de. Şêxo destnîşan kir ku rapor ji sedî tenê 30 sûcên rojane yên li dijî şêniyên resen ên Efrînê rave dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanê Sûrî Elî Nemir bal kişand ser siyasetên tirkkirinê yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û tewanên li djiî QSD'ê û got: " Mirov bi hêsanî dikare bizanibe kê îxanet bi welat û gelê xwe re kiriye û kî bi awayekî eşkere dibêje ew parçeyekî Sûriyê ne." (BI WÊNE).

JIN

-Konferansa Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ev 20 salin jina bi navê Îda Hemed El-Hîlal "Tedawiya bi gîha" bê pere pêşkêşî şêniyên herêma xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hec Hemo diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê ne temam e, ji ber ku sûcên li dijî jinên Efrînê belge nekiriye. Evîn got, divê li dijî dewleta Tirk a faşîst biryarên giran werin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkildarî armanc û encamên îstîfaya serokê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayiz El-Serac alanîzên cuda cuda derdikevin. Pirsa ku xwe dide der çarenûsa lihevkirinên ku El-Serac bi Tirkiyê re îmze kirine û rewşa Lîbyayê wê bi ku ve diçin? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Komîna Sînama ya Avrîn a girêdayê navenda Çand û Hunerê dest bi amadekariyê Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî, li kampên Serdem û Berxwedan dikin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya amadekar a çalakiyên Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî bernameya mîhrîcanê û fîlmên ku dê bên pêşandan, eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber paşguhkirina bi salan û bi taybetî di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, Gerînendetiya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê li ser hilweşîna hin burcên kelaha Ceber a dîrokî ya nêzî bajarê Tebqayê li ser gola Firatê, hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Endamê Komîteya Navnedî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed bang lu hikumeta Herêma Kurdistanê kir dev ji kiryarên ku dikevin xizmeta dewletên dagirkerên Kurdistanê berde û dûrî berjewendiyên partiyetî yên teng bikeve.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA