ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê derbarê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê daxuyaniyekê li navçeya Til Rifetê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Zimanê Kurdî bi wesîleya Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê semînerekê li navenda Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zimanê Kurdî ji sala 2012`an ve gelek gavên mezin avêtine. Piştî xebateke mezin ku bi salan hate meşendan bingehên parastina zimanê Kurdî hatin danîn û di dibistanan de hate xwendin. Ji aliyekî din ve hewldanên avakirina navendên lêkolînan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û vedîtina lêvegerên ziman ji tevahiya saziyên perwerdeyê re li Kurdistanê û Ewropayê pêşketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zimanê Suryanî yek ji zimanên resen li Sûriyê ye, vekirina peymangeha zimanê Suryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke girîng ber bi vejandina çand û zimanê Suryanî û parastina wî ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên ji Idlibê diyar kirin ku rewşa li parêzgeha Idlibê trajîk e û anîn ziman ku baweriya wan bi Tirkiyê û çeteyên wê ve nemaye. Koçberan spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku deriyê xwe ji wan re vekir û alîkariyê pêşkêşî wan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên navçeya Dirbêsiyê gotin tecrîda li dijî Rêber Abdullah li dijî qanûnên navnetewî ne û gotin ew ê têkoşînê bidomînin heta Ocalan azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Îranî îro nûnerên xwe yên Meclisa Şêwirî ya Îslamî (Perlaman) hildibijêrin. Ev lihbijartin di demekê de ku li welat aloziyek aborî heye ku bi cezayên Amerîkayê bandor bûye û xwepêşendanên gel têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Efaf Mihemed a ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê koçberî Hesekê bûye, karê dirûtinê dike da ku debara malbata xwe bi cih bîne û bi koçberan re bibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongereya Star a Helebê hewl dide bi rêya vekirina paxçeyên zarokan alîkariya dayikên kedkar di xwedîkarina zarokan de bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Nivîskar Mihemed Welîd kelam û stranên kevneşopî yên kurdî di pirtûkekê de kom dike. Mihemed dibêje armanca wî ji vê pirtûkê stranên kurdî neyên windakirin û derbasî nifşên bê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên taxên rojhilat ên bajarê Hesekê ji ber kort, kombûna avê û heriyê bi gazinc in. Hevserokê Şaredariya Gel diyar kir ku sedemên vê pirsgirêkê xetên kanalîzasyonê ne rêxistinkirî ne û soz da ku ev pirsigrêk di demek nêzik de were çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifetê bûne gotin berxwedan rêya têkbirina armancên dewleta Tirk a dagirker e û destnîşan kir ku tevî dijwariya êrişan jiyana wan a asayî berdewam e û li benda vegera li Efrîna rizgarkirî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Hawirdor û Şaredariyan a kantona Hesekê dest bi lêkolînkirina projeyên sala 2020‘an kir. Hevserokê komîteyê diyar kir ku di plansaziya sala nû de giraniyê didin başkirina binsaziya herêmê û amadekirina projeyekê ji bo berfirehkirina bajêr. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA