ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi boneya salvegera 16`an a damerzirandina partiyê buroya partiyê şahiyekê li hola Efrîn a li herêma Şiqeyf li dar dixe saet14:00`an. Di heman mijarê de partiyê şahiyek giştî li ser asta kantona Qamişlo li dar dixe saet 3:30`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên ereb îdîayên dewleta Tirk ên ku êl piştevaniya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, derewand û tekez kir ku tevahî êl bi QSD’ê re, li beramber gefên Tirkiyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî rêber Ocalan ragihand ku dê krîzên li Rojhilata Navîn di hefteyekê de çareser bikim, hê jî tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Wê jî gelek kesayetan diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk li pêş çareserkirina aloziyan asteng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku li gel dûrxistina pêkhatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji danûstandinên ku ji bo vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê li dardikevin, ne gangaze çareserî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

jin

-Şêniyên Efrînê yên ku neçar mane ji Efrînê ji ber dagirkeriyê derkevin û li Şehbayê di nav kampan de bimînin, ji bo ku dorpêça ku Rejîma Sûriyê li ser wan ferz kiriye  sivik bikin, xwarinên zivistanê yan jî mûnê amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Kedên Şaredariya Gel di pêşkêşkirina xebatan de ji şêniyan re rastî xemsarî û nehevkariya şêniyên hindek taxan tên. Ruxmî xebatên Komîteya Paqijiyê ya Şaredariyê lê beşek ji şêniyan qanûn û biryarên girêdayî warê paqijiyê nînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çînek fireh li herêma Cizîrê li bakur û rojhilatê Sûriyê girîngî dide malên axî. Yên ku ji ka û axê têne çêkirin. Ev çand hîna li gel şêniyên herêmê kok daye ji ber ku li gorî şêwaza jiyana wan û şertûmercên hawayê yên dijwar guncew in. Bi taybetmendiya xwe ya ku di havînê de hênik in û di zivistanê de germ in tên naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di demeke kin ji vekirina wê de, komîteya tendirustiyê 2 beşên nû li nexweşxaneya Reqa ya Wetenî vekirin û barê tedawîkirinê li ser şêniyên Reqa sivik kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li ser aliyê başûr ji keştîgeha Xezayê, piştî ku asta tavê kêm dibe, gelek ciwanên Xezayê tiştên xwe hildigirin û rojane kom dibin da ku hobîniyên xwe yên ku li bajarê dorpêçîkirî ne normal e dilîzin ew jî şemitandin û solên tolkirinê ye. Ji bo ku ji derdên jiyanê birevin mîna ku dibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi xebatên xwe yên xizmetguzariyê yên di planên wê de, kirin. Lê şêniyên di kampan de kedên şaredariyê spas kirin û wiha gotin: "Bi saya kedên şaredariyê dê zivistan baş be."(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA