​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-9-2022`YAN

Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Merwan Berbendî Xan ji nexweşxaneya Watanî werdigrin û di deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê dikin da ku piştre li Başûr bê veşartin saet di 08:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Biboneya salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê, nivîsgehên nû yên partiyê li navçeyên Amûdê saet di 10:00`an de, li navçeya Tirbespiyê saet di 16:00`an de, Girkê Legê saet di 17:00`an de tê vekirin. Her wiha bi heman boneyê şahî li navçeyên Çil Axa li hola Rojava saet di 18:00`an de, Til Birakê li navenda çandê saet di 16:00`an de, li Dêrikê li navenda şehîd Bawer saet di 19:00`an de û li Qamişlo li nivîsgeha partiyê saet di 16:00`an de li dar dikevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nav 19 salên xwe de têkoşînek raber kir ku di qada kurdî û sûrî de gelek destkeftî pêk anîn. Naskirina Rêveberiya Xweser, demokratikkirina Sûriyê û veguhestina ber bi sîstemeke nenavendî ve, misogerkirina destkeftiyên şoreşê bi rêya bırêxistinkirina civakê li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî, armancên pêşîn ên PYDʹê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîna Fîlm a Rojava dê fîlma ‘Kobanê’ cara ewilî sibê li Navenda Çandê ya Kobanê nîşan bide. Mijara fîlmê li ser berxwedana sedsalê ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî propagandaya ku hikumeta Şamê ji “lihevkirinan” re çêdike ku wek tişteke asayî bi nav dike, lê êdî gelê Sûriyê nema ji van gotinan bawer dike nexasim ku bi çavê xwe dizî û gendeliya saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê dîtin. Li gorî mentiqa hikumeta Şamê, yên tev li hevkirinan dibin terorsît in, an jî ev gav nediavêtin. Ji lew ra piştî lihevanîn, gelek sivîl û karmend girtin û sûcdar in û piştî dayîna cezayên madî, hatin berdan. (BI WÊNE)

Nivîskarên ji herêma Cizîrê diyar kir ku berpirsyariya parastina herêmê dikeve ser milê gelê wê û bi taybet ser milê ciwanan û ne tenê erka hêzên leşkerî ye. Her wiha bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberê Şepêla Rêya Guhertin a Aştiyane Muhsin Eqil Ehmed diyar kir ku divê opozîsyonek an platformeke opozîsyona navxweyî were ragihandin ku dewletên cîhanê yên xwedî bandor bi aliyê xwe ve bikişîne da ku zextê li rejîmê bike û got, çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk ve girêdayî ye ku rola MSDʹê tê de  sereke û navendî be.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bang li NY`yê kir ku zextê li dewletan bike ku welatiyên wan li kampa Holê hene, da ku wan vegerînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Meclisa Olî ya Jinan a Baku û Rojhilatê Sûriyê der barê qetilkirina Jîna Emînî li Akademiya Îslama Demokratîk a li Qamişlo daxuyanî dide saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê konferansa xwe ya yekemîn ji bo parastina ciwanan li herêma Cizîrê li navenda Aram Tîgeran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan li dar dixe saet di 09:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîna Fîlm a Rojava cara yekemîn fîlmê Kobanê yê li ser berxwedana serdemê ya Kobanê li hola navenda çandê ya bajêr dide pêşandan saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Hemwextî aloziya aborî, aloziya siyasî careke din li Tunsiê vegeriya. Serokê Tunisê Qeys Seîd gelek biryaraên nû derxistin, hinekan ev biryar rexne kirin û hinek din jî wekî gavên girîng dibînin ku rê li ber Îxwanan digire û welat diparêze.(BI WÊNE)

ANHA