ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2022`YAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê komxebateke diyalogê têkildarî olperestî û ideolojperestî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çalakiyan a Navenda Perwerdeyê Ya Dêrikê bi boneya Roja Zarok a Cîhanê meş û xwepêşandanekê li dar dixe saet di 09:00`an de. Rêxitsina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Parêzeran û Yekitiya Mamosteyan li pêşiya avahiya NY`yê ya li Qamişlo çalakiyekê li dar dixe saet di 12:00`an de. Komîteya Şilêr bi hevkariya Rêxistina Nûdem şahiyek ji zarokan re li dar dixe li parka Avesta saet di 11:00`an de. Saet di 14:00`an de jî komîteyê şahiyek ji zarokan re li têketina navçeya Dêrikê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê û niştecihên kampa Newroz a Dêrikê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de. Mêr li navçeya Tirbespiyê jî dadikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 10`an de bi dawî dibe saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

‘Firqeya 4`an’ dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Meclisa her du taxan diyar kir ku dorpêç di destê hikumeta Şamê de çekeke siyasî ye û dixwaze pê tevliheviyê derxe. Şêniyên her du taxan jî berxwedana xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker amadekariyên vekirina deriyekî di navbera herêmên dagirkirî û yên hikumeta Şamê de. Lîbyayê banga pêkanîna sîstema federal dikin û wekî çareseriya herî guncaw ji aloziyê re dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî civîna berê ya Astanyê gelek geşedan çêbûn. Her sê aliyên Astanayê (Rûsya-Tirkiye-Îran) dê di rojên pêş de civîna nû ya civînên xwe yên der barê Sûriyê de li dar bixin. Gelo di vê carê dê çi gotûbêj bikin?

CIVAK Û JIYAN

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser projeya zîftkirina rêyan a îsal bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA