ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komîteya Çand û Hunerê ya kampa Waşûkanî çalakiyeke hunerî li kampê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a kantona Qamişlo kanferansa xwe li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşekê ji bo piştgiriya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" li navçeya Til Temirê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hêzên wan ji sala 2019'an heta niha ve, 700 hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Holê têk birin û destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide bi pereyan çeteyan birevîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmareke koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin destnîşan kirin ku rizgarkirina xaka Sûriyê tenê bi berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk pêkan e. Jineke Efrînî jî got: "Tirkiye dixwaze îradeya Kurdan li Heftenînê têk bibe, lê ew nizane ku vîna gelê Kurd xurt e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan ên bajarê Hesekê banga têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kirin û got: "Hetenîn ne bi tenê ye, em hemû Heftenîn in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Akademisyen Hawjîn Mele Emîn got: "Partiya Demokrat a Kurdistanê bi îzahkirina hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, hevkariya êrişên Tirkiyê dike. PDK bûye hevalbendê Tirkiyê û berjewendî û hebûna wê ya leşkerî li herêrmê temsîl dike. Ji ber parçebûna tayifî Enqera û Îran li şûna Iraqê biryarê didin. Gelê Kurd û gelê Iraqê êrişan bi tu awayî qebûl nake." (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk a dagirker mayîndekirina hebûna xwe li herêmên dagirkirî dewam dike. Li hemberî wê yekê hikumeta Şamê bêdeng e. Nivîskar û rojnamevanê Sûrî Sair El-Zeizûi diyar kir ku ev tedbîr nîşaneyeke zelal in ku projeya Tirkiyê ne demkî ye. Her wiha destnîşan kir ku "rejîma Sûriyê bi awayekî veşartî erê kiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bêdengiya navneteweyî li hemberî binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî, rexne kir. Her wiha destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ne bese  ji ber ku tenê balê dikişîne ser parçeyekî ji sûcên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Rojnameyên erebî yên hefteya borî derketina behsa nakokiyên Rûsya- Tirkiyê yên derbarê Idlibê de, helwesta rojavayê ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî û axaftinên li ser guhertina siyasî ya mezin li Lîbyayê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Koçberiya ji Efrîn ber bi kantona Şehbayê û dîmenên bomebebaran  û komkujiyan bîranînên bi êş tîne bîra şêniyên Efrînê. Şêniyan bi tabloyekê van serpêhateyan raber dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji berê ve û hîna jî gelek malbatên li gundan û bi taybetî gundên nêzî çemê Firatê malên xwe bi "kelpîçan" lê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA