ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêşketinên qonaxa duyemîn a pêngava Tunekirina Terorê dê bên şopandin.

- Silêman Çolî yê bi temen sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî civaka Êzidî bi bîr tîne û dibêje: "Tirkiyê parastina sînorê xwe dike hincet lê ji gelek salan ve me dikuje." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê gotin: "Yekitiya partiyên siyasî, pêkanîna xewnên şehîdên azadiyê ye. Bi yekrêziyê em ê gendeliyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Şêwirmendê Desteya Qanûnî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Welat Hemî got: "Hikumetên berê yên Tirkiyê û hikukmeta niha bi nerêzgirtina li hember pîvan û qanûnên navnetewî, tên naskirin. Dîroka Tirkiyê bi binpêkirinên qanûnên navnetewî dagirtî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, li herêmên erebî û Rojava modeleke têkoşînî û rêxistinkirî afirandin. Jinan li Rojava karîn vê destkefiya têkoşînî di gera azadiyê de xêz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolînera akademîk û çalakvana hiqûqî ya Yemenê Erwa El-Xetabî got: "Îxwan Misilîmîn li Yemenê amûreke pêkanîna planên Erdogan û projeya wî ya vejandina dewleta Osmanî ye." (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêşangeha 4'an a Pirtûkan li bajarê Qamişlo vedibe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

Kampa Koçberên Girê Spî êdî nikare pêşwaziya koçberan bike. Ji ber ku kamp dagirtî ye û her wiha rêxistinên mafên mirovan piştgiriya koçberan paşguh dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a Şedadê ji Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê destek xwest da ku stasyona paqijkirina avê ya navçeyê sererast bikin. Stasyon wê ji rêjeya sedî 80’ê pêdiviyên şêniyên navçeyê peyda bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA