ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê daxuyaniyekê li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên Ii herêmên dagirkirî li parka Xwendinê ya Qamişlo saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê, şêniyên Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temirê, Hesekê, Minbicê, Heleb û Efrînê xwepêşandan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çeteyên DAIŞ'ê tevgerên xwe li çolistana Sûriyê zêdetir kirin. Axaftin têne kirin ku hikumeta Şamê ya ku desteka xwe ji Rûsya û Îranê digire nikare li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe bide. Di heman demê guman derbarê sûdwergirtina hin aliyan ji mayîna vê tevgerê de hene. Lê windahî zêdetir dibin.

JIN

- Jinên Helebê yên ku piştgirî dan Berxwedana Serdemê gotin ku dewleta Tirk a dagirker biratiya gelan a li Efrînê kirin armanc û bang li civaka navneteweyî kirin ku dagirkeriyê bi dawî bikin da ku şênî li warê xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hediya Yûsif diyar kir ku kantona Efrînê di encama lihevkirina navnetewî de hate dagirkerin û got ku hêzên kapîtalîst bi rêya dagirkirinê hewl da fikirê neteweya demokratîk têk bibe. Hediya Yûsif destnîşan kir ku têkoşîna PKK'ê jêdera hêza şoreşa Rojava ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Projeya Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş dikeve ji gelê Sûriyê re bûye hêviya derbaskirina aloziyê û mîsogeriya mafan. Li dijî rêveberî di gelek qadan de êrişên hundirîn û derve têne kirin. Li gel domandina aloziyê û girêkbûna wê, gelên herêmên li gorî derfetên xwe xebatên xwe berewam dike, da ku Sûriyê bighîne aramiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji roja yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ve ku di Çileya 2018'an de bi erêkirina Rûsyayê dest pê kirin, dewleta Tirk sûcên şer û sûcên dermirovî li kantona dagirkirî didomîne. Îro Rûsya careke din rê dide dewleta Tirk ku herêmên din ji cografiya Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE)

CÎHAN

- Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Xulusî Akar roja duşema derbasbûyî gihaşt paytexta Iraqê Bexdayê û piştre çû Başûrê Kurdistanê (Hewlêr), li beriya serdanê tu dezgehên çapemeniyê behsa wê yek nekir. Gelo encamên vê serdanê çi bin?

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên Serêkaniyê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya li ser sûcên dewleta Tirk û guhartina demografiya herêmên dagirkirî, derkeve û wiha got: "Serêkaniyê bûye cihê malbatên çeteyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA