ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo di salvegera duyemîn a êrişên dagirkirinê ya Tirkiyê ya li ser Efrînê de dadikevin qadan. Bi heman armancê li Şehba û Helebê meş tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Meclisa Rêveber re dicive, civîn li navçeya Amûdê tê lidarxistin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi wesîleya salvegera duyemîn a êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê daxuyanî dide, saeet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dîmenê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê bandoreke mezin li bijîşk Ciwan Hemê kir. Bijîşk Ciwan ji Siwêdê vegeriya Efrînê û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî şêniyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Careke din munafiqtiya Meclisa Ewlekariyê û siyaseta Rûsya diyar dibe, nexasim piştî biryara girtina dergeha Til Koçber anku Yarûbiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê anî ziman ku êriş zêde bûne û li gundên di bin dagirkeriyê de amadekariya dagirkirina herêmên nû heye lê belê dê nehêlin herêmên nû werin dagirkirin û berxwedana wan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina ji pêkhateya Çerkez Wefa Başa got: "Erdogan bi rêya dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê hewl dide siyaseta pêşiyên xwe ya qirkirina gelan, pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Kobanê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya rizgarkirina Efrînê ji çeteyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Peymangeha Şehîd Zozan a kantona Kobanê perwerdeyê xwe yê avakirina mamosteyan didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedar û rojnemeger Beha Ewam got: “Hevdîtina di navbera dewleta Tirk û ya Sûriyê de tê wateya îmzekirina hevpeymana ewlekariyê ya jiberdêla hevpeymana Adanayê ve. Ev hevpeyman li ser hesabê gelên Bakurê Sûriyê ye.” (BI WÊNE).

-Hevserokê Buroya Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk ê şaxê bajarê Hesekê got: "Rêber Ocalan hewl dide demokrasiyê bigihîne tevahî gelên cîhanê. Dewleta Tirk jî bi girankirina tecrîdê demokrasiyê asteng dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê bi hevkariya Koma Cûdî ya mûzîkê ji bo piştgiriya QSD, YPG û YPJ‘ê şevbuhêreke hunerî li navenda Çand û Hunerê ya Dicle lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

Qûta wî dizîn, bavê wî revandin û li beramberî serbestberdana wî 5 milyon lîreyên Sûriyê xwestin. Tevî wê jî dayîka wî tehdîd dikin. Ev serpêhatî ya şêniyê bi navê Casim El-Mihemed e, ku ew jî wek gelek koçberên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê du projeyên sererastkirina kenlên avdanê yên Kedîran û Belîxê da destpêkirin. Herdu kenal derdor 50 hektar zeviyên gundewarê rojhilat û rojavayê Reqayê av didin. Lêçûna projeyê 144 mîlyon lîreyên sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA