ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-9-2022`YAN

Parêzerên herêma Cizîrê encamên nameyên ji Wezareta Edlê ya Tirkiyê re têkildarî pêkanîna hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re li avahiya dadgehê ya li Qamişlo, daxuyaniyekê didin saet di 10:30`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê şaxê Reqayê bi boneya salvegera 19`an a damezirandina partiyê, şahiyekê li hola Mişwar a li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li Kobanê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elî Hesen destnîşan kir ku pirsgirêka kampa Hol pirsgirêkeke navneteweyî ye û ne xwecih e, her wiha daxuyand ku metirsiya kampê heta niha tevî serkeftina herdu qonaxên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û bidestxistina encamên baş, didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku parlamanterên Ewropayê soz dane ku dê zextê li parlamentoya Ewropayê bikin da ku li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê bisekinin û gavan ber bi naskirina Rêveberiya Xweser ve biavêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişên li ser herêmê, ew e ku ewlekarî û aramiya pêkhateyên ku bi hev re dijîn têk bibe û qada dagirkeriya xwe berfireh bike. Her wiha diyar kir ku ew amade ne bersiva her êrişekê li ser herêmê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dê û bavê zaroka şehîd Silava Remedan, xemgîniya xwe ji ber şehadeta keça xwe ya di bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda perwerdeyê ya zarokên keçîn anîn ziman û tekez kirin ku ew ê rêya berxwedanê bidomînin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

Di demekê de ku PDKʹê xeta xiyanetê li doza gelê Kurd û şoreşa rizgariyê ya bi pêşengiya PKKʹê dewam dike, ji dîrokê ders xuya dibin ku zû an dereng dê xayîn têk biçin.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

Siyasetmedaran da zanîn ku armanca sereke a nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re tunekirina projeya Rêveberiya Xweser û derbekirina destkeftiyên wê ye û tekez kirin ku eger ev “lihevkirin” pêk were, yê winda bike dê gelê Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê, wergirtina hilberîna pembo ji cotakaran didomîne. Hevserokatiya şîrketê eşkere kir ku ew rojane derdora 250 ton pembo werdigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Pisporên karûbarên Afrîkayê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û hêzine navneteweyî li paş ji nû ve derxistina aloziya Îtyopyayê disekinin, ku gengaziya hebûna rola balafirên bêmirov ên biçek di komkujiyên li dijî herêma Tîgray dûr nedîtin.(BI WÊNE)

ANHA