ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2022ʹYAN

-Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi boneya 25ʹê Mijdarê panelekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê jî şanoyekê bi navê "Bi hev re ji bo bidawîkirina tundiyê" pêşkêş dike, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 9ʹan de  li avahiya HRRKʹê ya bajarê Qamişlo berdewam dike, saet 19:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner Kerem Seîd diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê armanc dike dagirkirina herdu herêman mayînde bike û herêman Kurdan ji hev qut bike. (BI WÊNE).

- Dewleta Tirk a dagirker kêmkirina ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê didomîne. Di encamê de rojane Bendava Rojava (Tişrîn) 17 saetan nikare bixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk a dagirker li ser xwîna gelan û pêkanîna hemû cureyên jenosîdan li dijî wan ava bûye û van sûcan didomîne. Dewleta Tirk dibîne ku hebûn û mayîndebûna wê ya li ser desthilatdariyê girêdayî tunekirina gelên herêmê yên resen, jiholêrakirina dîroka wan û berevajîkirina rastiyan e.

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, destekdayîna projeyên aboriya civakî wekî plansaziya pêşîn a sala 2023’an diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Ji ber binkeftina sîstema navendî, careke din bangên pêkanîna sîstemeke federal li Lîbyayê dibe rojevê. Ev sîstem piştî ser li welat hatibû rûniştandin. Gelo ev sîstema ku lîbyayî daxwaza pêkanîna wê dikin çi ye? Li gel hebûna dagirkeriya Tirk û serweriya milîsan îmkanên pêkanîna wê çiqase ye? (BI WÊNE).

ANHA