ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêşketinên qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê dê werin şopandin.

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê tê pîrozkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê ji bo fermandarê YPG'ê Şahîd Amed û gerîlayê HPG'ê Welat Agirî li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger sersaxiyê dixwazin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi sponseriya Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê, mûdîrê Platforma Êzidiyan a Navnetewî ya Geşkirin, Biratî û Aştiyê hunermend Luqman Şêxmûs pêşangeheke wêneyan bi navê "Dara Aştiyê ji bo aştiyê ye" li bajarê Qamişloyê vedike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star Salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û banga li jinên û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla Muşaheda ya navçeya Mergeda ya başûrê Hesekê, li hemberî êriş û mudaxleyên derve banga hevgirtinê û parastina destkeftiyan li tevahî êlên Ereban kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û gotin: "Şoreşa Rojava destpêka hevgirtina pêkhateyên herêmê li hemberî dagirkeriyê bû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Tevî nerazîbûna navdewletî, dewleta Tirk destwerdana xwe li Lîbyayê bi awayekî mezin didomîne, hevpeyamên ku bi hikumeta Wîfaqê re danîne  dike hincetên van mudaxeleyan. Li gorî pêvajoyên siyasî yên Lîbyayê bi lihevkirina Suxeyrat re dema hevpeymanên bi dawî bû. Gelo Tirkiyê behsa kijan rewabûnê dike. (BI WÊNE).

JIN

- Jinan di şoreşa Rojava de rêgezên ku rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinan danîne, ji xwe re kirin bingeh. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo biserketina şoreşên gelan, lidarketina şoreşa jinan şert e. Li gel vê yekê gelo jinan karî bigihîjin armancên xwe? Gelo karî rola xwe di qadên cîhanî de xuya bike? Kêmasî û pirsgirêkên ku şoreşa wê asteng dikin, çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnameger Sorgul Şêxo got: “Desthilatdariya Tirkiyê şerê li dijî ragihandina azad û rojnamegerên jin didomîn e.” Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Muna Ebdulselam jî got: “Sûcên ku Tirkiye û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, di çarçoveya sûcên şer û sûcên mirovî de ne. Divê rêxistinên têkildar çavê xwe li van sûcan negirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Qadifa ku di salên 90’î de ji ber zilma rejima Baas neçar ma ji welat koçber bûbû, pişti Şoreşa Rojava cardin berê xwe da axa pîroz û niha di nava refên têkoşînê de cih digre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Piştî hewdanên êrişên li dijî baregeha Himîmîm a Rûsyayê ya li berava Sûriyê aloziya Idlibê gûrtir bû. Li aliyekî din nakokiyên Misir-Tirkiyê yên piştî israra Tirkiyê ya êrişkirina Sirtê, zêde bûn. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên bajarê Reqayê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û rewşa zeviyên xwe, bi fikar in. Cotkaran diyar kir ku dê bi karesatekê re rû bi rû bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA