ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê perwerdeya bi rengê "Online" didomîne, piştî ku dibistan û zanîngeh ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin: "Nêzîkbûna Kurd ji hev dilan şad dike. divê aliyên siyasî li hev bikin û li nuqteyên hevbeş bigerin û yekitiyê pêk bînin. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo pêşîgirtina zerarên şewata berhemên çandiniyê li herêma Cizîrê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Aliyên şerê Sûriyê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina Rêveberiya Xweser û birçîkirina gel, dergehan wekî şantaj bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mihemed Ebbas beşdarnebûna hemû partî û beşên civaka Kurd di nîqaşên yekitiya Kurdî de, rexne kir û banga civandina hemû aliyên Kurdî ji bo pêkanîna yekitiya niştîmanî ya Kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

Ehmed Esad got: "Rêveberiya Xweser ji bo serxistina diyalogan bi hikûmeta Sûriyê re bi awayekî cidî nêzîk dibe. Lê hikûmeta Sûriyê hincetan derdixîne û amadebûna xwe ji diyalogê re destnîşan nekiriye. Ji ber ku ajandeyên derve mîna Îran û Rûsya biryarên wê hikûm dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-`Efrîn Art` projeyek hunerî ye di şertên qedexeyê de derket. Şêwaker bi rêya wê hewl didin hunerên xwe bi hev re parve bikin û xebatên hunerî pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Amadekariyên Cejna Remezanê di nav sûkên Kobanê de diyar dibin. Lê ev amadekarî ne wekî salên berê ne. Daketina nirxa lîreya Sûriyê li bermaberî pereyên biyanî û buhabûna kelûpelan, bi awayekî neyînî bandor li amadekariyên şêniyan ji bo pêşwazîkirina cejnê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pirsgirêka qutbûna avê rastî însiyatîfa şêniyên taxa Hilêliyê xwe ji bo çandina daran tê. Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo soza avdana daran da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA