ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên QSD‘ê Xebat Îbrahîm û Zinar Botan li Goristana Şehîd Xebat oxir dikin. Şêniyên navçeya Şedadê jî cenazeyê şehîdekî xwe li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şehîdên meha Sibatê li navenad Mihemed Şêxo bi bîr tînin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewalan derbarê muxalefetên milkên giştî yên li bajarokê Tiwênayê daxuyaniyekê li avahiyê rêveberiyê ya bajarê Hesekê dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Til Hemîsê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî li ser asta herêmê civînekê li navenda çandê lidar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zêdetirî 8 hezar çeteyên DAIŞ’ê û yên radîkal ên ji Sûriyê di dadgehên parastina gel de hatine darizandin. Niha jî zêdetirî 600 doz tên nirxandin.  Komîteya qanûnî li gel paşguhkirina dewletan avakirina dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilat Sûriyê xwe amade dike çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî darizîne.. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-  Zêdetirî 2 salan e ku kantona  Efrînê hatiye dagirkirin û artêşa Tirk û çeteyên wê şûnwarên Efrînê talan û wêran dikin. Çete û dewleta Tirk şûnwarên Efrînê didizin. Raya navnetewî jî li hemberî vê talankirinê bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji kantona Efrînê yên ku li gundên kantona Şehbayê bicihbûne gotin: “Piştî artêşa Tirk û çeteyên xwe di şerê li dijî rejîma Sûriyê yên li bejahiya Heleb û Idlibê bi bin ketin. Artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên kantona Şehba yên sivîl lê hene topbaran dikin.”  . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên pêkhateya Ermen ên li Kobanê gotin: “Desthilata Tirkiyê tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Ji ber ku Rêber Ocalan banga vekirin û azadiyê dike. Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê hewl dide perspektîvên Ocalan astengbikin ji bo negihin gelên herêmê. Armanca tecrîdê astengkirina raperîna gelan e.”(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm got: "Bûyerên ku li Idlibê rû didin nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê Sûriyan in. Ne Rejîm û ne jî Tirkiye nikarin xetên sor yên di peymana Soçiyê de lihev kirine derbas bikin.” ." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên ji bajarê Qamişlo îşaret bi yekîtiya gelê Kurd kirin û gotin: “Ji bo çareseriya aloziya gelê Kurd  pêwîstî bi yekrêziya siyasî ya Kurdan heye.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema kêmbûna mazotê li herêmê diyar kir û got, ew e destpêka heftiya bê mazot peyda bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidî li Kurdistan û cîhanê piştî rojiya 3 rojan cejna Xidir Ilyas pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê herêma Tebqayê bi armanca pêşxistina perwerdeyê sala 2019-2020`an gelek kar û xebat kirin, di nav de amadekirina dibistanan, dabînkirina mamosteyan, çêkirina rêbarêzên xwendinê û plansaziya 2020`an jî diyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA