ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Mertalên zindî yên li Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariyên xeta rojhilat a bajarê Qamişlo ji bo balê bikşîne ser gefên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê yên li herêmên dagirkirî daxuyaniyekê li avahiya Şaredariya herêma Keramayê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xiristiyanên Dêrikê têkildarî gef û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li Dêra Kildan dide, saet 19:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnerê êla Benî Sebii Hisên El-Sade bang li gelê Sûriyê yên ji ber şer koçber bûne kir ku vegerin warê xwe û wiha got: “Rêveberiya Xweser vegera wan, an jî derketina wan a ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe nekiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla El-Naîm Hemed Şihade, got: “Tirkiye hewl dide herêmên di navbera bajarê Helebê yê Sûriyê heya bajarê Musilê yê Iraqê dagir bike. Ciwanên herêmê dê li rex QSD`ê li hember her êrîşeke ku ji aliyê Tjikiyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê, bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî yên di hefteya derbasbûyî de mijarên girêdayî lihevkirina DYE û Tirkiyê yên derbarê  "Herêma ewle" de,  pêşketinên hêzên rejîma Sûriyê ber bi bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ve, aloziya di navbera Îran û Brîtaniyayê ya bi sedema ketşiya petrolê û parçebûna di partiya Erdogan de, şopandin. (BI WÊNE).

JIN

-Rêveberiya Jin a Reqayê bi şahiyekî salvegera xwe ya yekemîn pîroz dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Mergerde û El-Deşîşe yên gundewarê rojhilat û rojavayê navçeya Şedadê ji ber kêmbûna navendên tenduristiyê, kêmbûna hejmara xebatkarên tenduristiyê û dermanan xwestin ku Nexweşxaneya Şedadê were aktîvkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, diyar kirin ku xwîna tevhev êdî bûye bingeha jiyana hevpar û biratiya gelan di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha destnîşan kirin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li tevahiya nakokiyên li herêmê anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA