ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Saziya Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Şehîdan daxuyaniyê didin û mûm li ser gorên şehîdan pêdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye gotin: “Bi saya fedekariyên ciwanên me, hêza vîn û berxwedana gelên herêmê li hember zulm û sîtemkariyê diyar bû. Em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin, heta ku jiyanek azad û bi rûmet bidest bixin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku leşkerên Tirk û çeteyên wê 22 sivîl di nav de 2 jin revandin û got: “Leşkerkirina zarokan û şandina wan a ji bo Lîbyayê didomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê pêwîstiya bidawîkirina tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û got: “Fikrên Rêber Ocalan dê rol di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de bilîzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endamê meclisa şêwirmend a serokê Amerîkayê Dunald Trump Gabriel Soma diyar kir ku Amerîka stratejiya xwe li Sûriyê li ser esasê lawazkirina Rûsya û Îranê ava kiriye û piştrast kir ku hevalbendiya wan bi QSD`ê re stratejîk e. (BI WÊN).

POLÎTÎKA

- Serokê Rêxistina Kurd a Bê sînor Kadar Pîrî got: “Vekişîna hêz û kesayetên Kurd ji îtîlafa “Niştîmanî ya Sûriyê” dê pêkanîna yekîtiyê hêsan bike.” (BI WÊNE).

JIN

- Jinên bajarê Qamişlo diyar kir ku jinan dikarîn di warê siyasî û leşkerî de beşdarî birêvebirina civakê bibin û gotin bi tevlêbûna jinê dê avakirina yekîtiya netewî ya Kurdistanî temam bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîk û hevserên şehîdan ên navçeya Dibêsiyê roja Şehîdan pîroz kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Her wiha diyarkirin ku şopandina rêya şehîdan, rêya ber bi serkeftinê ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Reşan Yûsif li Amûdê di kargeheke mermer de berê xwe dide hunerê û bêyî ku tu perwerdeyê bibîne, dest bi çêkirina peykeran dike. Reşan bi 70 hezar kevirên hûrik mînyatureke Kolîzyûmê jî çêkiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Firina bajarokê Mergeda ya girêdayî kantona Hesekê, ji aliyê Komîteya Aborî ya Meclisa Şedadê ve hatiye avakirin. Firin pêwîstiya 20 gundan a nan bi cih tîne. Firina Mergedayê zexta li ser firina şedadê kêm dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku nirxên lîreya Sûrî li beramberî dolar dadikeve, buhayên kel û pelan bilind dibe. Şênî bang li bazirganên sûka reş dikin ku rewşa welatiyan di ber çavan re derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Mergeda bi koordîneya komînan, ji cotkaran û şêniyên gundan komîte ava kir. Da ku zeviyên gundên xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din