ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadelî li gundê Dadelî yê rojavayê bajarê Kobanê bi bîr tînin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê bi meşekê komploye navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê ji malbata şehîd Diyar Efrîn re sersaxiyê dixwazin, konê sersaxiyê li navçeya Ehdasê tê vendan, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Tugeya Şoreşgerên Idlibê ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, Skender Alaa got: “Li Idlibê kompleyek navneteweyî li dijî gelê Sûriyê heye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serkêşiya wê dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîr û siyasetmedarên Şehba û Efrînê gotin: “Dewleta Tirk nahêle ku malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtinê çêbikin. Ji ber ku ji perspektîfên Rêbertî ditirs e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê yê Tebqayê Selam Hisên got: "Texmîn dikim ku dê Tirkiye ji şerê li Idlibê destvala derkeve û neçar bimîne gelek tazîmatan bide Rûsyayê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinek koçber diyar kir ku ev hêviya vegerê di dilê zarokên xwe diçîne yên ku hertim pirs dikin "Em kengî vegerin mala xwe". Jina koçber diyar kir ew ku li ber xwe bidin heta vegerin Serêkaniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi govendên xwe pirrengiya çanda li herêmê rave dikin,  kelepura herêmê raberî gelên din dikin û rola afrînerî û şaristaniyê li herêmên Bakurê Sûriyê berz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeya Tenduristiyê ya bajarê Helebê bi biryara ji Şamê 24 bijîşk ji nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ji kar derxistin. Şênî ji vê biryarên nerazîne û xwestin bijîşk vegerin ser karê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye û li herêmê qada aborî pêş xist. Her wiha plansaziyek daniye da ku qada aborî bêhtir pêş bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji destpêka Şoreşa Bakurê Sûriyê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê proseya perwerdê di gelek qonaxan re derbas bû. Şoreşa perwerdê li herêmên Rêveberiya Xweser di navenda krîza Sûriyê de derket û bi awayek berbiçav pêş ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA