ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi wesîleya salvgera duyemîn a êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê û destpêka Berxwedana Serdemê şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê meşekê lidar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser ya li kantona Efrînê daxuyaniyekê ji bo raya giştî li navçeya Ehdasê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Qusey El-Meyah li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur oxir dikin, saet 10:00‘an.

- Endamê Mala Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Reşo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe serdestiya Iraqê binpê dike, divê jê re sînor bê danîn. Reşo got: "Hemû dizanin ku murşidê DAIŞ`ê Erdogan e. Zihniyet û karên dagirkeriya Tirk hema rêbaza çeteyên DAIŞ`ê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rexmê gef û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sivîlên gundên Um El-Keyf ê navçeya Til Temirê jiyana xwe bi awayekî yasayî didomînin. Şêniyên gotin: "Eger malên me bişewitînin em dernakevin, hebûna me dilîlê berxwedana me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Cizîrê Ehemd Esed  got: “Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê di diyaloga Sûrî- Sûrî de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha Qahîre Dr. Nasir Mamûn Îsa got, Tirkiyê di demên dawî de derbên giran li Rojhilata Navîn xwar û destnîşan kir ku rola Tirkiyê ya di Lîbyayê de tenê di çarçoveya desteka manewî ji bo hikûmeta Wîfaqê ye. (BI WÊNE)

HEVPYEVÎN

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîna dagirkirî Şîraz Hemû diyar kir ku gelê Efrînê bi projeya Neteweya Demokratîk siyasetên dewleta Tirk vala derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên rewşenbîr ên di Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de der barê koçberî cûre, sedemên wê û bandora wê ya neyinî li civakê panelekê li avahiya Meclisa Navçeya Amûdê lidar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayîkên şehîdan ên kantona Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Astengbûna Mustefa, Ehmed û Idrîs li pêşiya wan nebû kelem. Her sêyan koma mûzîkê ya Gulav ava kirin û hewl didin ku di vî karî de biser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeya Çandiniyê ya bajarê Minbicê û gundewarê xebatên xwe yên sala nû  didomîne. Gerînende desteka mewsima çandiniyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Sirînê ya başûrê Kobanê seatên kar zêde kirin. Navend wê 24 seatan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA