ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi mijara gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurû û Rojhilatê Sûriyê, kaomxebata eşîrên herêma Cizîrê li hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqûsd a Heleb ji bo şervana YPJ‘ê Vejîn Zagros a 5‘ê Tebaxê dema erka xwe ya leşkerî pêk di anî şehîd bibû, konê sersaxiyê vedigire, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi koordîneya saziyên sivîl û yên leşkerî û partiyan dest bi rêzecivînên nirxandina rewşa dawî û guhdarkirina gel dike. Civîna yekem dê pêkhateya Ereb ên li taxa Eşrefiyê were lidarxistin, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Egêdat, Ehmed Mihsên El- Ebid El- Ezîz diyar kir ku ew dixwazin jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixin û vegerînin welatên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serpêhatiya şervanê YPG‘ê Zagros Heleb yek ji sedan  serpêhatiyên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de hatine jiyîn e.  Zagros û hevalên wî yên li 8 gundan û girekê şerê dagirkeran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Yekîtiya Demokatîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs got: “Divê partiyên Kurd bibin yek. Ji ber gefên dewleta Tirk tên wateya hebûn û nebûna me. Partiyên ku li rex dijmin disenkinin xayîn in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Fedan a ji mezintirîn eşîrên Ereb li Girê Spî ye û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn anî ziman ku bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne û destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca danasîna rêzikanemaya meclisê li hola Roj bi şêniyên navçeya Tirbespiyê re dicive, saet 09:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di saetên zû yên sibehê de derdikevin. Bi zendên xwe debara jiyana xwe dabîn dikin. Pîşeya wan aramî û tehemûlkirinê dixwaze. Ew stûnên aboriyê ne. Ew barbir ango hemal in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Hesekê gelek sûkên gelerî yên gerok hene. Şênî bi girseyî berê xwe didin van sûkan û pêwîstiyên xwe peyda dikin. Em ê di vê raporê de sedema alaqeya mezin a şêniyan ji bo sûkan bidin nîşan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA