ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.07.2019

 

 

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê der barê gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dide. Piştî daxuyaniyê şênî ber bi sînor ve diçin da ku dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Şûnwaran a Kantona EFrînê der barê binpêkirnên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên talankirin û rûxandina şûnwarên Efrînê daxuyaniyekê li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê dide, saet 12:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Girê Spî konferansa xwe li hola Înaş El-Rîf li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji şêniyên ku karî ji kantona Efrînê ya dagirkirî bireve, diyar kir ku rewşa kantonê ji ber binpêkirinên ku der heqê sivîlan de bi tirs e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hêwa Selîm destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi armanca çandina tovê şerê navxweyî di navbera hêzên Kurd de tev digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî Ezîz El-Ebûd anî ziman ku herêma ewle li gorî nêrîna Tirkiyê xewnek ne pêkan e û got: " Gelê Sûriyê herêma ewle red dike û Tirkiyê bi tena serê xwe bêyî dewletên herêmî nikare wê herêmê ava bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulkerîm Siko pêwîstiya avakirina dadgehekê li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo darizandina DAIŞ`ê teqez kir û got ku ne avakirina dadgehê komployek nû ya li dijî gelê herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Mihemed Seîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê  hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û destekftiyên gelê Kurd têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrovekarê leşkerî û stratejîk Fayiz El-Diwêrî got tevî ku Rûsya û Îranê bi hewcedariya hevkariya leşkerî ne lê berjewendiyên herî bilind ên her duyan nakok in. Ji ber wê deriyê nakokiyê di navbera her duyan de li Sûriyê vebû. El-Diwêrî tekez kir ku encamên lûtkeya Qudis rê dan Îsraîlê da ku hêzên Îranê di rûbera 160 km de bike hedef û rê li pêşiya tevlibûna Îranê di şerên Idlibê de girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê li navçeya Girkê Legê hewl dide behreyên zarokan di hemû beşên hunerê de xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî di pêkanîna projeyên xizmetguzeriyê de ji sererastkirina rêyan û kanalîzsyonan de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Veguhestinê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê 2 xetên nû ji bo veguhestina hundirîn aktîf kir, herdu xetên nû bê pere dest bi kar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran donim zeviyên çandiniyê yên ceh, genim û dar hatin şewitandin, ev şewat bandor li axê kir, pisporên çandiniyê dibêjin ku ev şewat dê bandorekê li berhemên sala bê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA