Odeya Bazirganiyê ya bajarê Minbicê bi dirûşma "Bi ronesansa xwe ya bazirganiyê em bazirganiyek saxlem ji bo pêşxistina aboriya civakî ava dikin" konferansa xwe ya yekemîn li dar dixe. Saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê dewreya yekemîn a Hêzên Operasyonan li Akademiya Şehîd Simko ya li bajêr bi dawî dike. Saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên herêma Firatê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê, li bajarê Kobanê xwepêşandanekê li dar dixe. Saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Kongra Star a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek li navenda perwerdeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo şehîdên meha Mijdarê li goristana şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 1`an de berdewam e saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a cîhanê re Kongra Star a navçeyên kantona Hesekê semîneran li dar dixe seat di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Nivîskarê Sûrî yê muxalif Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku şerê li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê hewldanek ji bo tesfiyekirina kesên li dijî çêkirina “lihevkirinan” bi hikumeta Şamê re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku pergala parastinê xurt bikin da ku li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANALÎZ
Piştî ku serokê rejîma Tirk Recep Tayyib Erdogan gihaşt desthilatdariya Tirkiyê di 2002’yê de, wî hewl da destê xwe deyne ser herêmê û wê kontrol bike. Ji bo ku bikare dewletên ereb kontrol bike, aloziyên siyasî û aborî yên li wan dewletan bi kar anîn da ku timayên xwe pêk bîne. Ji bo wê, têkiliyên xurt bi partiyên îslama siyasî re ava kirin, desteka madî û lojistîk pêşkêş kir. Tirkiye veguherand stargehek ji bo tevgerên wan partiyan û saziyan mîna Îxwan Muslimîn û gelek rêxistinên din.
CIVAK Û JIYAN
Piştî ku sala borî çandina sebzeyan di hingaran de bi ser ket, Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê îsal dîsa projeya çandina sebzeyan di 13 hingaran de da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
CÎHAN
Cezaîrê di demên dawîn de têkiliya xwe bi bloka rojhilatê (Çîn û Rûsya) re xurt kir. Pisporên ji Cezaîrê da zanîn ku ev meyleke nû ya Cezaîrê ye, hinekan jî got ev dewama meyla berê ye.
ANHA