ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Cenazeyê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê tên veşartin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Sirînê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daîreya Têkiliyên Derve têkildarî geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di şev û rojekê de jiyan û hêviyên wî winda dibin. Seîd Ramadan ê gundekî ser sînorên Tirkiyê ye, piştî êrişa Tirkiyê mîna bi sedan ji şêniyên herêmê li ser rêyan dimîne û koçber dibe û li dû xwe milkên ku ji bo wê canê xwe gorî kirine dihêlin, niha jî li benda mizgîniya vegerê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sedan koçberên ji Serêkaniyê li navçeya Til Temirê li dibistan û malên vala di nav zor û zehmetiyan de dijîn. Koçber naxwazin li dibistanan bi cih bibin û dibêjin cihê wan Serêkaniyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî navdewletî sar rû dide. DYA û Rûsya ji bo belavkirina hêzên xwe li herêmê ketine pêşbirkerkê de,Tirkiyê jî bi kaxeza DAIŞ`iyên biyanî û koçberan Ewropayê şantaj dike. Heman demê di nava aloziya siyasî ya li Iraq û Lubnanê xwepêşandan berdewam in li Xeza, ji nişkêva jî alozî derket lê bi lihevkirineke agirbesteke sist bi dawî bû. (BI WÊNE).

- Derket holê ku serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî yê kuştî, talîmat daye çeteyên xwe yên ku ji bo êrişan şandine Ewropayê “da ku bi rehetî derbas bibin” di ser Tirkiyê re biçin. (BI WÊNE ).

ÇAND Û HUNER

- Pêşangeha wêneyan a bi dirûşma "Sûcên şer rawestînin û mirovahiyê rizgar bikin" a li bajarê Minbicê dê were şopandin, saet 10:00‘ann. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo xebata Mûzeya Kobanê du hunermed ji İsvîçre hatibûn Başûrê Kurdistanê da ku biçin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê hunermedan nekarî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên derbasî herêmê bibin û man li Başûrê Kurdistanê. Hunermedan jî li Başûrê Kurdistanê îmze avêtin binê xebatek hunerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA