ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Hevjînên şehîdan di salvegera 31`an a komkujiya Helebçeyê de û derbasbûna salekê ji dagirkirina Efrînê, li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê daxuyaniyekî didin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisên herêm û navçeyên kantona Hesekê jib o bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê daxuyanî didin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê li ber avahiya yekîtiyê li Qamişlo çalakiyek protestoyî organize dike saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di bîranînên gelên Kurdistanê de, wêneyên komkujiyên ku li ser destê dagirkeran dihatin kirin, tijî ne. Nexasim komkujiyên Helebçe, Şengal û Efrînê mînakên berbiçav in. Dagirkerên Kurdistanê ji cîhanê re îsbat dikin ku armanca wan yek e û ew jî qirkirina gelê Kurd û hemû gelên bi wan re dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sala 2018`an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê de û bi taybet roja 56`an, dagirkeran li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Ew komkujiyeke herî mezin bû ku di encamê de 30 sivîl hatin kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbesiyê diyar kirin ku dê îsal Newrozê û rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz bikin û gotin: “Newroza îsal dê bibe Nerwoza serkeftinê." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Ehmed El- Sultan destnîşan kir ku nuqteyên Tirkiyê li Idlibê bi armanca parastina rêjîma Sûriyê hatine avakirin. Ebû Erac bal kişand ser ku Idlib veguheriya hemêzkera komên terorîst û kesên ji 50 nasnameyên biyanî tê de hene. Ji ber wê bang li şêniyan kir ku serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUBER

-Navenda Çand û Hunerê ya herêma Serêkaniyê bi boneya Cejna Newrozê şahiyekê ji zarokan re li dar dixe saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên her du kantonên Efrîn û Şehbayê piştgiriya xwe bi berxwedana parlamenter Leyla Guven rave kirin û tekez kirin ku heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew şopdarên rêya wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniya bi navê Emîre Ezîz a ji şêniyên Kantona Şehbayê kêliyên hevdîtina xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xistin û got: "Bi saya fikr û felsefeya rêberê me Ocalan gelê Kurd xwe birêxistin kir û deskeftiyên meezin bi dest xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Piştî rizgarkirina Reqa û gundewarê wê, tevgera avahîsaziyê bi wayekî balkêş geş dibe. Girêdayî wê Şaredariya El-Cedîdat ji bilî xebatên şaredariya yên rojane ji bo vejandina herêmê 17 ruxsetên avahiyan daye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li gorî çîrokên kesên temenmezin ên Tebqayê piştî zêdetirî 70 salan Bihar tê herêma Tebqayê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA