Kongreya hêz û kesayetên demokratîk komxebata şêwirê bi navê Komxebata Şêwirî ya Qamişlo li hola Zana li dar dixe saet di 09:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê şahiya xelatkirina pêşbirga Nivîskarê Pêşerojê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Pr û Dr. Teysîr Ebdulcebar El Alosî da zanîn ku armanca berdewamkirinaa tecrîda li ser rêber Ocalan şikandina berxwedana ku li hember Osmaniya Nû ye, ew jî bi rêya hincetên derew ku tu qanûn li hember wê yekê tune ne û got qanûna "Maf di hêviyê de ye" cezayên sosretê li qanûnên hiqûqî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Tevî ku qanûna wê ya îdamkirinê tune ye jî, dewleta Tirk a dagirker cezayê darvekirinê dide niştecihên kantona Efrînê ya dagirkirî da ku wan bi darê zorê bide koçberkirin, bi wê re jî sûcên qetilkirinê yên li dijî wan û dagirkeriya xwe rewa bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şervanên berxwedana destanî ya Kobanê ya sala 2014'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi serfirazî wê berxwedanê bi bîr tînin û dibêjin "Bajar wêran bû, li her derê bêhna xwînê difûriya. Lê tilîliyên şervanan têrê dikir ku serkeftin û têkbirina terorê were mîsogerkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kirin ku ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û ji bo parastina herêmê û gelê xwe canê xwe feda bikin. Her wiha diyar kirin ku ew nahêlin dijmin axa welêt qirêj bike ku bi saya xwîna hevalên wan rizgar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêxekî êla Benî Seîd a li Minbic diyar kir ku kampa Hol ji bo çeteyên DAIŞ`ê zemînekî guncaw e û qada perwerdekirina nifşekî nû ya çeteyan e. Her wiha da zanîn ku piştevanê mezin ê DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker e. Di heman demê de bang li rûspiyan kir ku piştgiriyê bidin QSD`ê da ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û DAIŞ`ê bi temamî tune bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
KURDISTAN
Ji kemîna Xelîfanê heta vekirina rêyan ji dagirkran re, qetikirina kesayetên welatparêz û beşdarbûna êrişên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê, PDK di xeta xiyanetê de berdewam e û planên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker bi cih tîne.(BI WÊNE)
Nivîskar û kesayetên welatparêz mijara rakirina nexşeya Kurdistanê ji zanîngeha Zaxoyê ji aliyê PDK’ê ve û daliqandina nexşeya Başûrê Kurdistanê li şûna wê, wek koletiya ji dewleta Tirk re û binpêkirina nirxên gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN
Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza Tevgera Sedr a hilweşandina parlamentoyê red kir û ragihand ku hilweşandina parlamentoyê ne karê dadgehê ye, lê karê parlamentoyê bi xwe ye. Gelo dê Çarçovaya Hemahengiyê hikumetê ava bike? Gavên pêş ên Tevgera Sedr çi ne?(BI WÊNE)
CIVAK Û JIYAN
Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hemleya hişyariya ji nexweşiya Kolerayê dest pê kir ku di encama kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve derketiye. Her wiha di wê çarçoveyê de, 3 hezar belavokên hişyarkirina ji nexweşiyê û tedbîrên ku divê bê girtin, belav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê li gundewarê rojavayê bajêr gelek projeyên qîrkirina rêyan bi dawî kirin. Her wiha şaredariyên Çilaxa û Til Hemîs ên kantona Qamişlo jî projeyên xwe yên xizmetguzariyê pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA