​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2022`YAN

Bi rasthatina 25`ê Mijdarê re Kongra Star li navçeyên kantona Hesekê semîneran li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Kemal Subhî El Hemed li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dirûşma Hêza jinan di wê de veşartî ye, panelek li parka Xwendinê ya Qamişlo li dar dixe saet di 10 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Dêrikê semîneran li 4 bajarok û navçeya Dêrikê li dar dixe saet di 10:00`an de.

Bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê re, Kongra Star a navçeya Tirbespiyê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînekê ji şêniyên navçeyê û saziyên wê re li dar dixe da ku têgeha tundiya li dijî jinan û cureyên wê şîrove bike saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a Çilaxa semînerek ji şêniyên navçeyê û saziyên wê re li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar dixe saet di 11 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîdê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan” civînekê li Sandîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Girkê Legê şevbuhêrkek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê li dar dixe saet di 18:00`an de.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 6`an de berdewam dike saet di 16:00`an de.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şermezarkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê ji bo şermezarkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê panelek têkildarî 25`ê Mijdarê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên wan, şermezar kirin û got divê hemû pêkhate ji bo têkbirina êrişan bibin yek. Her wiha piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî yên li eniyên şer re anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şaxê Hesekê û sekreterê Giştî ya Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî bang li gelên Kurdistan û cîhanê kir ku têkoşîn û tevgera xwe li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî hemû êriş, zordarî û şîdetê jî du meh li pey xwe hiştin. Serhildana ku li Seqizê dest pê kir, belavî 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Di êrişên hêzên dewletê de 54 jê zarok, 336 sivîl hatin qetilkirin, 15 hezar û 94 sivîl, 441 xwendekar jî hatin binçavkirin.

CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniyê ya Meclisa Kantona Girê Spî dê hefteya bê mezotê li koçberên Girê Spî belav bike. Rêxistinên navneteweyî yên li Kampa Koçberên Girê Spî jî êdî berpirsyariyên xwe li hember koçberan naynin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA