ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi pêşengtiya Meclisa Gel a bajarê Qamişlo meşek ji bo şeremzarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker tê lidarxistin, saet 09:00'an. Bi heman armancê li bajarê Hesekê, navçeyên Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê meş tê lidarxistin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin: " Dewleta Tirk a dagirker li ser tevahî herêmên Rojhilata Navîn xeter e. Binpêkirinên wê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê têne kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û helbestvan Ciwan Ibrahîm bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got: " Armanca tecrîdkirinê ew e ku ramanê rêber Ocalan neghêje civakî û şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn bi dawî nebin. Ji ber ku kilîta çareserkirina hemû aloziyan li gel rêbertî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît krîzên li Idlib û Lîbyayê nirxandin û destnîşan kir ku dewleta Tirk sewqiyateke zêde ber bi Idlibê ve dişîne û amadekariya şerê bereyî dike. (BI WÊNE).

JIN

- Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî ya li Lubnanê operasyonên serdegirtin û binçavkirinê şermezar kir û got: "Hikumeta AKP'ê ji jinên siyasetmendar ên xwedî îrade ditirse, ji ber wê wan dike armanc." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şerê di navbera aliyên ku mudexeleya Lîbyayê dikin de li ser bajarê Sirt û baregeha asmanî ya Cefrayê mezintir dibe. Her aliyek hewl dide dest deyne ser berhemên binerd ên vî welatî û projeyên kevin vejîne. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Pêşangeha şêwekariyê ya li bajrê Minbicê hatiye vekirin di roja duyemîn de dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Yek ji pirsgirêkên sereke ku welatî û karmendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bihabûna kirêya malan e, ku heta niha tu nîşaneyên çareserkirina vê pirsgirêkê xuya nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Elaadîn Qito berberekî ji bajarê Kobanê ye ku pereyên hindik ji zibûnên xwe destine. Ew bi vê yekê dixwaze ku li gel aloziya aborî û rewşa madî ya şêniyan a xerab, bi gel re bibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xelkê bajarokê El-Hîşa ji ber lawazbûna xizmetên tenduristiyên ên li navenda tenduristiyê ya bajarok û kêmbûna dermanên pêwîst, bi gazinc in. Şênî piştrast dikin ku kadoryê tenduristiyê yê li navenda tenduristiyê bi raçêtan dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din