ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê beşê çav li nexweşxaneya dil û çavan vedike, saet 13:00‘an.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê sivîlên ku di êrişên çeteyên Tirkiyê de yên 16‘ê Sibata 2016‘an li dijî taxê şehîd bûne, li qada şehîdan a beşê rojavayê taxê bi bîr tînin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê 7 şehîdan li Goristana Şehîd Xebatê oxir dikin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Sûriyê semînerekê li ser rola jin di ragihandinê de li navenda meclisê ya bajarê Qamişlo organîze dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li kampa Waşûkanî lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfa Jinên Rewşenbîr û Komîteya Wêjevanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê li ber buroya komîteyê ya li bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên ji warê xwe koçberî Helebê kirin banga derxistina dagirkeran ji Efrînê kirin û gotin her çiqasî zehmetiyan bikşînin dê di dawiyê de biser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika Fehîma Îbrahîm Umer a bi temen û hevserê wê Sebrî Bozo kêliyên hevditina xwe bi Rêber Abdullah Ocalan bi bîr anîn û gotin: “Hevdîtina bi Rêbertî re wekî xewnekî bû.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb gotin dewleta Tirk bi desteka dewletên mêtînger hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitemirîne û banga yekitî û diyalogên navxweyî li gelê Sûriyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe ji şêniyên Idlibê re vekirine.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî ragihandin ku tevî Tirkiye hêzên xwe dikişîne Idlibê, lê ji sekna li hemberî Rûsyayê dûr dikeve. NATO erkên xwe yên li Iraqê berfireh dike. Rojnameyan diyar kir ku Erebistana Siûdiyê ji ber "xapandinên Qatarê" hevdîtin rawestandin.(BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Armancên şerên li Idlibê û Sûriyê êdî zelaltir bûn. Lê Tirk ji her demê bêtir şaş mane ku çêbikin û qada siyasî  ku rayedarên Tirk di dirêjahiya salan de meşandine, teng bûye. Niha divê hilbijêre. Pîvana hêzan vegere hecma xwe ya berê. Bi taybet jî aliyên ku tevahiya kaxizên xwe bi carekê eşkere kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya li dijî çeteyan bi keda 3 rojnamevanan ji raya giştî ya cîhanê re hate ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an di nava 58 rojan de bi teknîka herî pêşketî êrişên hovane birin ser kantona Efrînê. Lê ya ku derket pêş û bala tevahî cîhanê kişand berxwedana gel a ku li wir hate meşandin, Berxwedana Serdemê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Sewalkarî jêdera duyemîn a quta şêniyên navçeya Eyn Îsayê tê hesibandin. Lê gelek astengî li pêşiya xwediyê sewalan hene. Sewalkar alîkariyê dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev 14 rojin ku kehrebe li taxa Kornîşa a bajarê Qamişloyê qut bûye. Sedema vê yekê pirsgirêkek di toreya kehrebê de ye. Her wiha jeneratora ku kehrebe dide taxê jî xirab bûye. Ji ber wê şêniyên taxê bi gilî û gazinc in. Piştî giliyên şêniyan komîna taxê soz da şêniyan ku pirsgirêkê di du rojan de çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA