ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê dibistanan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vedibin, saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarên wê bi şahiyekê xelatan li xwendekarên di Peymangeha Amadekirina Mamosteyan de bi ser ketine belav dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê girêdayî rewşa Kobanê ji saeta 2000 heta 2019‘an ve, guhertinên siyasî, astengî û pêşniyar komxebatekê ji bo du rojan li Peymangeha Şehîd Zozan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Girê Spî bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser Kobanê û ji bo şermezarkirina guhertina demografîk li Efrînê meşekê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê buroya xwe li navçeya Tirbespiyê vedike, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Dilşad Umer li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk (21’ê Çileya 2014’an), di qada perwerdê de gelek pêşketin ji aliyê materyal û rêbazên wanedayînê de, pêk hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê bi navê Ehmed Hisên (17), ji sibehê heta derange şevê bi lîstokên elektronîk ve dem derbas dikir û nedikarî dest jê berde. Ji bo ku ji wan lîstokan xilas bibe beşdarî dewreyek perwerdeyê bû. Hisên dibêje: “Min fêmkir ku ev lîstok beşek ji şerê taybet in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Beriya 5 salan daholên cengê li ber sûrên bajarê Kobanê lê ketin û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ji bo dagirkirina bajar tevî gundên Kobanê êrîş kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê, dengeya şer bi yekcarî guherî û cara yekê DAIŞ têk çû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enwer Yihya got: “Bêyî beşdarbûna nûnerên rasteqîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destûra nû ya Sûriyê ne temam be. Beşdarbûna nûnerên rêveberiyê şert e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Hesekê diyar kirin ku Tirkiyê tecrîda li ser Rêber Ocalan ferz kiriye didomîne, ji ber ku Ocalan dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe û tevahiya pirsgirêkên nakok ên herêmê û Rojhilata Navîn çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û mudirê navenda lêkolînên stratejîk ê Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn got: “Erdogan dixwaze peymana "Herêma ewle" bi kar bîne û bikeve herêmê. Rûsya, Erdogan teşwîq dike da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevî lihevkirinên agirbestê, hîna jî lê topbaran û bombebarana li ser "Herêma bêçek" didome. Erdogan  careke din niyeta xwe ya rast a girêdayî "herêma ewle" eşkere kir. Ku ew dixwaze vê yekê bi kaxeza penaberan pêk bîne. Li aliyekî din jî îstîfayên ji AKP’ê berdewam dikin. (BI WÊNE).

JIN

-Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina rewşa koçberan bi taybet rewşa jinên li kampê bi rêveberiya kampa Holê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa navçeya Til Beyder a kantona Hesekê pêşengeheke mîraseyan li avahiya mûdîriyeta şûnwaran vedike, saet 10:00. Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Dirbêsiyê jî pêşengeheke  mîraseyên kurdî û êzidî li gundê Til Kermê yê navaçeyê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din