ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertalên zindî ya Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê yên li ser sînor li dijî gefên Tirkiyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbic û gundewarên wê bi şahiyekê li dibistana Xesaniyê salvegera 3‘yemîn a rizgarkirina bajarê pîroz dikin, saet, 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li taxa Hezwana ya bajarê Minbicê bi merasîmekê geraca basan tê vekirin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Girê Spî anî ziman ku Ocalan dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike û gotin, peyama  dawî ya Ocalan hewdanên wî yên dayîm ji bo pêkanîna aşitiyê diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Minbicê zêdeyî 200 deverên dîrokî hene ku  tevî li hemberî şert û mercên dijwar di ser de derbasbûn li ber xwe dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û şêxên êlên Ereb û Kurd gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê red kirin û tekez kirin ku gelên herêmê dê li hember dijminatiyê bibin destek in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Minbicê ku ev 3 sal e ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin, di hemû qadên jiyanê de ronesansek pêk hatiye. Ev yek vedigere keda rêveberiyê û kombûna gel a li derdora wê. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên Qamişlo bal kişand ser girîngiya ku rêxistin û partiyên kurdî bangawaziya KNK’ê ya bi armanca yekrefiya kurdî li hember dewleta dagirker a Tirk pêk bînin û tekez kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Ji lew re divê partî û rêxistinên kurdî yekrêz bin, da ku karesetên dîtir rû nedin û dilên dayikan careke dîtir neşewitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi sponseriya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê pêşangeheke wêneyan li dibistana amadehî ya Pîşeyî ya Minbicê tê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bikaranîn peyaran û girtina dûbare ya rêyên bajarê Kobanê, ji şêniyan re dibe cihê aciziyê ku êşên veguhastinê di nava taxên bajêr re dikişînin.

ANHA