ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yêb Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

POLÎTÎKA

- Siyasetmendarên Helebê gotin ku çareseriya aloziya Sûriyê di destê gelê wê de ye û wiha gotin: “Çareserî  ne di destê dewletên derve de ye. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya pêkanîna xeta sêyemîn tekez dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê mîhrîcaneke hunerî li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Prewerde û Fêrkirinê bi navê "Şehîd Diyar Serhed" pêşengeheke pirtûkan li navenda çand û hunerê ya navçeya Dirbêsiyê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana 6‘emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di roja sêyemîn de li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi pêvajoya şoreşa Rojava re di aliyê hunerî de stranan roleke girîng di vejandina rihê civakbûyîn û welatparêziyê de lîst. Lê di nava heft salên şoreşê de asta bandora stranan li civakê cûda bû. Gelo rewşa niha ya stranan li Kobanê gihiştiye çi astê? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Werşên sererastkirinê di şirketa kehrebê ya Minbicê û gundên wê de ji bo xirabbûnên di kehrebeyê de derdikevin çareser bikin bi hemû hêza xwe dixebitin. Ji rewş û kalîteya kar jî buroya lêkolînê ya di şirketê de rojan e li ser werşan digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Baxçeyê Rojava yê ku dikeve gundê Ezîziye yê girêdayî herêma Serêkaniyê wek jêdera qûta bi dehan malbatên koçberîkirî tê hesibandin. Her wiha ji sûkên herêmê re jêdera zebze, şînkahî û fêkiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hewayîc Bomse ya gundewarên rojavayê Dêrazorê ku ev 9 mehe hatiye avakirin, gelek projeyên xizmetguzeriyê pêşkêş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber zewca xizman 3 xwişk kor in û xwişkek din bi nexweşiya avreşî ketiye. Rewşa aborî ya malbatê dijware û ev rewş li pêşiya hêviya dermankirina xwişkan asteng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo û herêma Cizîrê gazinan ji belavbûna dûpişk an dikin. Dermanên ji bo rewşa pêvedana dûpişkan kêm in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din