ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Li gundê Kerdîm ê navçeya Tirbespiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Yûsif Xalid sersaxî tê xwestin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Temirê sersaxiyê ji malbata Şehîd Ehmed Bekîr re dixwazin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê der barê koçberî û koçberkirina bi darê zorê de panelekê li xwaringeha Nuxba ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn ku navenda xwe Sûrî ye, gelê Kurd pergala xwe ya azadîxwaz û demokratîk li her qadê de pêş xistine, ji bo gelên ku li Sûriyê dijîn modêleke rizgariyê datînin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Mihemed Hemdûn destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya komên xwe yên di civaka Sûriyê û derveyî wê nayên qebûlkirin hewl dide dagirkirina xwe li xaka Sûriyê rewa bike. Hemdûn bal kişand ku eşîre û pêkhateyên herêmê li pişta QSD‘ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê MSD‘ê bang li dewletên garantorên Astana û rejîma Sûriyê kir ku zihniyeta xwe ya paşguhkirina aliyên din terik bikin û destnîşan kir ku Rûsya heta niha tu gavên cidî ji bo diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de neavêtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang kirin ku pêwîste kedên bêtir bêne dayîn ji bo li herçar parçeyên Kurdistanê yekîtiya gelê Kurd ava bibe. Her wiha hişiyarî dan  û gotin: “Divê Kurd bi îdiayên dijmin ê ku tunekirina gelê Kurd armanc dikin, nexapin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

 (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Dêrikê yên ji pêkhateyên Ermen û Suryan destnîşan  kirin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan binpêkirinên pêşiyên xwe yên Osmanî didomîne û gotin: “Dewleta Tirk bi kiryarên xwe ispat kir ku dîrok xwe dubare dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

 

-Dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê ya li Girê Spî hovît û tarîtiya beriya 4 salan tînin bîra şêniyan, anku dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê. Ji ber ku kirinên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin, ji yên DAIŞ‘ê ji hev cûda nînin. Li beramberî vê yekê şenî wekî cara din destgirtî neman, lê belê serhildan ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Rojnameyên erebî yên di nava hefteya derbasbûyî de derketin îşaret bi guhertina demografiyê ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne, xwepêşandanên li Iraq, Lubnanê û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kirin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Bi dirûşmeya "Bi vîna ciwanan û xwîna şehîdan em ê bi hemû cesaret li ber xwe bidin da ku armancên şehîdan û gelê xwe yê di Berxwedana Rûmetê de bi cih bînin" çalakiyên çandî û werzîşê li Stada Sudasî ya Reqayê têne lidarxistin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşma "Çand û Huner ji bo berxwedan û israrê" ji bo piştgiriya koçberên Girê Spî û Serêkaniyê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan tê lidarxistin, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Muna Ebdulselam bang li NY‘yê û aliyên têkildarî parastina mafên jinan kir ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bixin lîsteya terorê ya cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Xwediyên zeytûnan ên herêmên Minbic û Kobanê berhevkirina zeytûnan bi dawî dikin. Ji ber gelek sedeman berhemê îsal li gorî salên borî kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de bi redkirina jinên ku dixwazin ji îdeolojiya wan dûr bikin û fikirandina bi pêşeroja zarokên xwe îdeolojiya DAIŞ‘ê diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civaka navneteweyî di xewek siyasî de ye. Guh nade delîl û isbatên komkujî û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyê pêk tînin. Piraniya wan komkujî û sûcan bi rêya kamîreyên çapemenî yên herêmî û navdewletî hatine belgekirin, li gel êrişa wê ya dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA