​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2022`YAN

Bi rasthatina 25`ê Mijdarê re, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê xwepêşandan li dar dixe saet di 12:00`an de. Kongra Star li navçeyên kantona Hesekê semîneran li dar dixe ku saet di 10:00`an de dest pê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD`ê şaxê Reqayê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” panelek bi navnîşan Sekna jinan li hember tundiya siyasî û civakî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Stra a navçeya Çilaxa panelek bi dirûşma Jin, jiyan, azadî û jinelojî li navenda Kongra Star li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dixwaze “qehremanên ku fikr û felsefeya rêber Ocalan diparêzin” tune bike û got "Gelekî ku li ser îdeolojiya rêber Ocalan mezin bûye, tune nabe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên gundên li eniyên şer ên Minbicê destnîşan kirin ku ew dev ji xaka xwe bernadin û dê herêmên xwe ji êrişan biparêzin û gotin; Îradeya me ya berxwedana li hember êrişan zêdetir bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jin û dayikên şehîd û gerîlayan ên ji herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin û gotin: "PDK`ê destê xist vê komkujiyê, ew hevkarê mezin e. Gerîla rûmeta cîhan û mirovahiyê diparêze. Divê her kes li dijî van sûcan rabe ser piyan." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkoler û profesora zanînstên siyasî Dr.Ferînaz Etiye bang li gelê ereb kir ku ji vê zêdetir destekê bide gelê Kurd di têkoşîna wî yê li dijî dewleta Tirk de.

Rêveberiya Xweser bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember dosyaya çeteyên DAIŞ'ê, helwestên cidîtir nîşan bidin. Bi taybet sekna li hember şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî, girtiyên wan û alozbûna rewşê li kampa Holê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Di nava nakokiyên mezin ên cîhanê de wekî şer, parçebûna navneteweyî û krîza avhewayê, dosyaya koçberiyê jî di rojevê de ye û xetereya wê zêdetir dibe. Ji ber ku êdî hejmara penaberan li seranserî cîhanê digihêje rêjeyeke awarte, bi taybetî jî yên Sûriyê.

ANHA