ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bang li rêxistinên navdewletî û mafnasan kir ku destwerdana binpêkirinên dewleta Tirk ên li  dijî şêniyên kantona Efrînê, bikin û nehêlin dewleta Tirk xaka Sûriyê parçe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êrişên dawîn ên li dijî hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê, girêdayî daxuyaniyên Rûsyayê û berdewamkirina şandina erebeyên leşkerî û leşkeran bi destê dewleta Tirk ji bo herêmên dagirkirî yên Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê û partiyên siyasî banga piştgiriya însiyatîfa yekîtiya kurdî kirin û gotin:"Yekitî xizmeta doza kurdî dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tewfîq Hemo got: "Dewleta Tirk a dagirker bi navê ola îslamê gelên herêmê dikuje, di rijandina xwîna sivîlan de selametiya dîroka xwe ya reş a tijî sûc dibîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tevî ku Kurdên Sûriyê gelek salan bi siyasetên zordariyê û hewldanên qirkirin û pişaftinê di nav civaka erebî de rû bi rû mabûn jî lê bi pêşketina şoreşê re gelê Kurd zimanê xwe yê dayikê bi pêş xist û di salên kêm de gavên girîng avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekerterê Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî got: “Nîqaşa derbarê belge yan nêrîneke siyasî ya Kurdî divê ne tenê di navbera du aliyan  de be. Ji ber partî û saziyên din hene ku divê beşdarî van nîqaşan bibin. Peymaneke di navbera du aliyan de, dê kêm be û rastî gefan bê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk a şaxê Helebê Fatme Hesîno got: “Lihevkirinê Rûsya û Amerîkayê ber bi aliyê dûrxistina tevahiya aliyan û parvekirina hegemoniyê ve diçin. Bi şêwazekê li dijî hêviyên gelê Sûriyê. Meclisa Sûriya Demokratîk dê projeya xwe li gorî hêviyên pêkhateyên Sûriyê bidomîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk a dagirker dîsa bi asta ava çemê Firatê dilîze. Ev kiryar ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber karesateke mirovî vedike. Li alîyekî ava vexwarinê kêm dibe, li aliyekî din jî saetên dayîna kehrebe kêm dibin. Her wiha zeviyên çandiniyê yên li qiraxa çem dikevin xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pembo li Sûriyê yek ji hilberînên herî giring e. Ji ber ku li ser asta cîhanî bihaye, heta ku navê zêrê spî lê hatiye kirin. Rumxa ku nirxê pembo li Sûriyê girane, lê piştî aloziya Sûriyê hilberîna wê bi awayek mezin paş de çû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşê Kehrebê yê Şaredariya Gel a Reqayê zêdeyî nîvê bajêr ronê kir. Ronîkirin ji kolanên sereke dest pê kir, piştre dê derbasî taxê bajêr bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeya Avê ya Kantona Qamişlo ji çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li bajêr di havînê de gelek tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA