ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Koban, şêniyên navçeya Girkê Legê û bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê bi merasîmên cuda şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê li hola Firat a li Kobanê bi bîr tînin, saet 10:00`an. li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya baraokê Rimêlanê saet 16:00`an û Navenda Mihemed Şêxo li Qamişlo saet 17:00`an li dar dixin. (BI WÎNE Û DÎMEN)

- Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî kantona Efrînê bi sedan sivîl bûn qurbana komkujiyên ku pêk anîne û bi hezaran sivîl piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn. Tevî 102 zarokên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk bi awayekî dayîm astengdar bûne.(BI WÎNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî ji hêzên siyasî li Başûr xwest ku helwestekî ji dijminahiya Tirkiyê re diyar bike. Narîn got Tirkiyê dixwaze kurdan qir bike.

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên vê hefteyê hatibûn çapkirin behsa lihevkirinên navneteweyî têkildarî rewşa Sûriyê, zêdebûna aloziyê di navbera Washington û Tehranê de, Komxebata Navneteweyî ya têkildarî DAIŞ`ê, guhartinên ewlehiyê ku rejîma Sûriyê pêk tîne, rewşa Sûdanê, Cezayîr û parçebûna di nava AKP`ê de kir.(BI WÊNE)

JIN

-Komxebata berfireh a jinan a ku li bajarê Tebqayê bi tevlibûna nûnerên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên jina Êzidî di roja xwe ya duyemîn de bi nîqaşkirina beşê Brexwedana jinê û pêwîstiya xweparastinê didome.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Yek ji jinên ku çanda tiba xwezayî ya ji dapîra xwe girtiye, Fatima Mecîd (54) e. Fatima diyar kir ku gelek kes hene ku tiba xwezayî ji ya nûjen baştir dibînin.

ÇAND Û HUNER

-Mihrîcana 6`emîn a Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên roja duyemîn berdewam dike. jê li darxistina semînerê girêdayî dîrok, erdnîgarî û şertên şer û berxwedanê ya Efrîn saet 10:00`an li navenda xwe li Qamişlo.(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Ji zarokatiya xwe ve fêrî lêdana sazê kir, dema mezin xwe fêrî çêkirina wê kir û dikaneke biçûk a firotina sazê vekir.(BI WÎNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan pêkanîna projeyên xwe yên xizmetguzarî ji bo sivikkirina azarên niştecihên kampê didomîne. Tê payîn şaredarî ku di demekê de ku 15 rojan derbas neke projeya xwe bi dawî bike.

ANHA