ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-5-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Şervanên li eniyên Eyn Îsayê gotin: “Tu cudahî di navbera şerê li dijî DAIŞ`ê û artêşa Tirka dagirker de tune ye. Berxwedana me dê li hemberî dagirkeran heya rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî bidome.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokatiya Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê got: “Artêşa Tirk a dagirker ciwanên ji 18 salî biçûktir dike leşker. Bi vê yekê madeya 8’an a hevpeymana Romayê binpê dike. Divê sûcdarên vê sûcê di dadgeha cezayê ya navdewletî de bêne darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li kampa koçberên Girê Spî sîstema jiyana komînal, xeyalên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirin û tunekirina sîstemê têk dibe. Koçber û rêveberên kampê heya niha 30 komîn ava kirine û her konek ji bo wan komîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm El-Selac îşaret bi girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî lezgîn kir û got: "Divê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi lez çete werin darizandin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tiştê ku ji beriya çend mehan ve li parêzgeha Siwêdayê rû dide, mînakek berbiçav a hegemoniya mîlîsên Esad li Sûriyê ye. Ji bilî dengê Rûsya yan Îranê tu deng bi ser dengê wan nakeve. Ew mîlîs ji aliyê Îranê û Rûsyayê ve hatin çêkirin da ku isyana şêniyên herêmê li dijî "serok" (mebest Esad de) têk bibin. Li beramberê vê xizmetê ji dagirkeran re, ew serbest hatin berdan da ku li dijî şêniyên herêmên ku di bin serweriya wan de ne, zordarî û tiştên dixwazin pêk bînin.(BI WÊNE)

DOSYA

-Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi têkçûna dewleta Osmanî bi dawî bû, Sûriye jî ket bin mêtingeriya Fransayê. Tevî ku Kurdan demekê azadiya nivîsandin û belavkirinê bi dest xist jî, lê belê qeyd û zextên li ser zimanê kurdî piştî ragihandina serxwebûnê li Sûriyê careke din vegerîn. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî daxuyaniyên dawî yên James Jeffrey bi "demkî" bi nav kir û tekez kir ku pêşkêşkirina çareseriya aloziya Sûriyê bêyî beşdarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkneyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên herêmê diyar kirin ku zêdebûna asta aloziyê li Zinî Wertê dê bandorên wê yên neyînê li ser gelê Kurd hebin. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê hewl dide tevna Kurd parçe bike. siyasetmedaran banga rêgirtina li pêşiya planên Tirkiyê yên ku pêk tîne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Li parêzgehên Iraqê yên başûr xwepêşendanên li dijî hikumeta El-Kazimî li dar dikevin. Gelek zehmetî li benda vê hikumetê ne li gel aloziya aborî li Iraqê û bilindbûna asta nakokiyê di navbera Amerîka û Îranê de. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên gundewarê herêma Dêrikê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikin. jiyana hevpar û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê taybetmendiyek bingehîn a jiyana gundî li Dêrikê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gerînendeya Çandiniyê bi hevkariya şaredariyan û aliyên têkildar ji bo ku pêşî li rûdana şewatan di nav zeviyên herêma Firatê de bigirin, hinek tedbîr girtin. Tevî wê jî hîna şênî ji ber ku tedbîr kêm in bi gazinc in û ditirsin sînaryoya sala borî carek din dubare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA