​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2022`YAN

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Kobanê mêr bi xwepêşandanekê piştgiriya jinan dikin saet di 11:00`an de.(BI DÎMEN Û WÊNE)

Navenda Lêkolîn û Nirxandinên Jinelojiyê ya kantona Kobanê endama Navenda Jinelojiyê Nagîhan Akarsel di çilrojiya wê de bi bîr tîne saet di 13:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Nûr Hisên li pêşiya mala wê ya li taxa Kornîş a Qamişlo li dar dixe ku di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bûbû saet di 10:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” pêşangehekê li parka Xwendinê ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê, merasîmeke xiyabî ji bo gerîlaya HPG`ê Buşra Ubêd Mihemed li pêşiya mala wê ya li navçeyê li dar dixe saet di 10:00`ande. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Malbatên şehîdan anîn ziman ku PDK berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla ye û diyar kir ku siyasetên PDKʹê ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî doza kurdî ne cûda ne. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan, koçberkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Desthilatên dagirkeriya Tirk piştî neçarkirina Silêman Şêxo li ser îmzekirina belgeyên ku nizane çi tê de hatiye nivîsandin bi neheqî û zulmetî cezayê muebedê lê birîn. Şêxo piştî 18 salan peyamek ji girtîgehê de ji malbata xwe re şand û got: "Ew bi zulmetî hatiye ragirtin." (BI DÎMEN Û WÊNE)

ANHA