ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Li Tirbespiyê cenazeyê şehîdê teqîna Qamişlo ya 11‘ê Mijdarê, Xalid Mehmûd Mihemed li goristana Şehîd Dilşêr tê veşartin saet 10:00‘an. Şêniyên Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê ve bi kêmanî 227 sivîl hatin qetilkirin û 638 jî birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên Ermenî yên li Girê Spî piştî dagirkirina bajêr ji aliyê çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin koçberkirin û dêrên wan veguherîn baregehên leşkerî.  Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan destnîşan kir ku bûyera qetilkirina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a bajarê Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî bi siyaseta Tirkiyê  û çeteyên wê ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û helbestvan Lewend Mîrgo diyar kir Erdogan bi rêya çeteyên xwe yên derveyî qanûnê tevdigerin armanc dike Mîsaqa Millî pêk bîne. Mîrgo bang li Sûriyan kir  ku li dijî planên Erdogan bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên li dijî sivîlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şêniyan gotin di parastina gelên herêmê de li kêleka QSD`ê disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirke li ser bajarê Serêkaniyê de, beyî ku karibin tiştekî bi xwe bibin, ber bi Hesekê ve koçber dibin. Ji ber ku bawer kiribûn ku wê piştê çend saetan vegerin warên xwe. Lê di dawiyê de di dibistanên bajarê Qamişloyê re derketin, bi hêviya ku vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Bekir Elo got êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama planeke fireh a dagirkerî ye. Her wiha teqez kir ku Tirkiyê terorîstan ji bo vejandina imperatoriya Osmanî bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dîroka gelên herêmê bi komkujiyên dewleta Osmanî dagirtî ye. Dîroka nûjen bi komkujiyên neviyên Osmanî, dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-Erdogan xwe dubare dike. Dewleta Tirk bi hinceta parastina ola îslamê û herêmê siyasetên xwe li ser gelên herêmê pêk tîne. Niha jî Erdogan siyasetên pêşiyên xwe temam dike. (BI WÊNE).

ANHA