ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbicê salvegera 4'an a rizgarkirinê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê bi merasîmekê pîroz dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûner û şêxên eşîreyên Şedadê gotin:  “ Armanca hedefgirtina şêx û rûspiyan derxistina fitneyê û tevlîheviyê, têkbirina aramî û îstiqrara herêmê û sorkirina şêniyan li dijî Hêzên Sûriya Demokartîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Endama Meclisa Kantona Efrînê bang li hemû dewlet, rêxistin û aliyên demokratîk kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha êrişên Tirkiyê wekî hedefgirtin projeyên demokratîk û qirkirina gelê Kurd bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li paytexta Lubnan Beyrûtê, li cihê ku teqîn lê rû daye, bi sedan kurd dijîn. Gelek kes birîndar bûn û gelekan jî ziyanên madî bi milkên wan ket. Li gel krîza aborî û rewşa jiyanî ya nebaş e, gelo rewşa wan çawa derbas dibe? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê destnîşan kir ku gelek alî dixwazin tevlîhevî û cudahiyê bixin navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser derb bikin û aramî û îstiqrara herêmê têk bibin. Her wiha li hemberî planên li dijî herêmê tên sazkirin banga hişyarbûnê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi hêz û vîna xwe gelek peywirên rêxistinî ku xizmeta civakê dikin, girt. Sala 2018`an wekî koordînasyona Kongreya Star hate hilbijartin û di oxira azadiyê û çareserkirina pirsgirêkên jinan de, kedeke mezin da. Heta dema şehdeta xwe têkoşiya û li ber xwe da. Em behsa Zehra Berkel dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê der barê belavbûna gurîbûnê de, bi fikar in. Kadroyeke tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd jî diyar kir ku testên pêwîst çêdikin û dermanan didin, ji lewra gelek nexweşên guriyê baş bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA