ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi çalakiyên cûda şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê tên bibîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji şahidên berxwedana girtîgeha Amedê Ganî Alkan destnîşan kir ku tevî sûcên mezin jî feraseta 12ê Îlonê berdewam dike û got:“Bi van sûcan re 40 sal e  çareserî pêk nehatiye û pêk nayê jî. Makezagona ku Kenan Evren di sala 1982'yan de çêkir, niha jî li Tirkiyê bi rê ve diçe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê got bi rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dê nakokî û aloziyên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin û aştî û demokrasî li herêmê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji êlên eşîrên Yemenê Şêx Şemsan Ebdulrehman Neman got Tirkiyê dixwaze ji nû ve serweriya dewleta Osmanî li ser herêma Cezîrê Erebiyê vegerîne. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê û Qeter zû dev ji herêma El-Heceriyê ya stratejîk û nuqteyên El-Mexa û Bab Mendêb bernadin.

ANALÎZ

- Piştî hefteyekê ji hevrikiya perwazî(şeklî) di navbera endamên Meclisa Ewlehiyê û bikaranîna Çîn û Rûsya ya vetoya li dijî projeya ku Almanya û Belçîka bi hedefa dirêjkirina dema salekê ya alîkariyan di 2 dergehên bi Tirkiyê re, meclidsa kevnare biryar da ku divê tenê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Tirkiyê re bi rêya dergehekê pêk bê. Ew jî piştî alîkariyên mirovî di 4 dergehan re derbas dibûn, piştre par bû 2 dergeh û îsal jî bû dergehek ku Tirkiyê re derbas bibe.

JIN

- Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Abîdî got beşdarbûna şêniyan di konê çalakiyan ê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk de, asta redkirina siyasetên dewleta Tirk nîşan da û tekez kir ku heta bidawîkirina dagirkeriyê dê çalakiyên wan dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Derhêner û lîstokvanê şanoyê Şevzan Mehmûd got: "Derfetên sînemaya Rojava kêm in. Tevî vê yekê jî me bi fîlmên xwe bala cîhanê kişand. Bi rêya 'Komîna Fîlman' me di astê mîhrîcanên cîhanî de encamên erênî bi dest xist û têkoşîna gelê Kurd û zilma li wan hatiye kirin, nîşan da." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bang li cotkaran kir li gorî projeya çandiniyê ya derbarê kêmkirina bandora ava çemê Firatê de tevbigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Aborî ya navçeya Şedadê diyar kir ku ji ber xerabbûn firneke navçeyê, aloziya nan derketiye. Komîteya soza çareseriyên bi dawîkirina aloziyê di demeke nêz de da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hin tax û gundên herêma Cizîrê rêgeza projeya xebata koolektîf hate pêkanîn. Şêniyan bi cenartorên "Empîran" kirin û kehrebe gihandin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA