ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Partiya Komarî ya Kurdistanê li Sûriyê kongreya xwe ya damezrîner li hola Seyran a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi aramanca avakirina çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de 2 hezar û 300 malbatên tirkmenî li ser sînor bi cih kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a kantona Efrînê Hemîd Nasir got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê li parçeyên dîrokî digerin, lê belê hewl didin wan bi rêya alavan ji cihên wan derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa dagirker a Tirk li dirêjahiya di navbera gundên Kîmar û Mêremînê de ku dîwarê parçekirina Sûriyê lêdike bi sedan mal xirab kirin. Armanca wê ji vê yekê ew Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li dewleta Tirk bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş got: "Em bi pêkanîna bendên lihevkirina ewlehiya sînor bi her du aliyên Tirk û Amerîka re girêdayî ne  û me bendek ji bendên lihevkirinê binpê nekirine, dibe ku aliyê Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm kiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas diyar kir ku komxebata li Berlînê pêwîst bû da ku wênetek rast a tecrubeya Rêveberiya Xweser diyar bike. Qesas  got: " çareseriya aloziya Sûriyê bêyî naskirina pirrengiya olî, kêmnetew û mezhebî û nirxên jiyana hevpar ne pêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Rûspiyên Kurd Hember Hesen got, komxebat bi encam bû, banga yekitiya kurdî û lidarxistina kongreyeke netewî ya Kurdistanê kir ku gefên Tirkiyê yên li ser doza Kurd bi dawî bike. Hember diyar kir ku dê mîna van komxebatan berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê turnuveyeke fubolê ya "Kûpaya Şêxmeqsûdê" li sata Berxwedana Şêxmeqsûdê dide destpêkirin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star di çarçoveya pêngava "Xak û rumeta xwe biparêze, dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê têk bibe" de civînekê ji rêveberên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinên Sûriyê li taxa Şêxmeqsûdê şaniyekê ji bo xwendekarên seretayî re li dibistana Şehîd Aya Qasim li dar  dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê dest bi projeya kanalîzasyonê ya li naverasta bajêr kir da ku ava di encama baran û lehiyan de kom bibe derbas bibe. Proje bi dirêjahiya hezar û 300 metre ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Dahiyê ya bajarê Hesekê ji ber xirabbûna rêyên li taxê bi gilî ne, rexmî ku Şaredariya Gel ji beriya 2 salan ve soza çareserkirinê daye. Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel diyar kir ku ew li benda Komîteya Şaredariyan a kantona Hesekê ne, da ku madeyan peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Birak a herêma Cizîrê ji bo11 hezar xwendekarî 137 dibistan amade kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dibistana tekane ya zimanê kurdî ya li taxa Şêxmeqsûdê merhelya navîn zêde bû. Her wiha amadekariya zêdekirina merheleya amadehî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA