ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-22-2022ʹYAN

-Bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkerî û îxanetê têk bibin" şêniyên herêma Cizîrê li Qamişloyê xwepêşandaneke girseyî ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayî yên li Başûrê Kurdistanê li dar dixin. Saet 10.00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gorî rewşa awarte, nemaze piştî bicihbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundên rojava û bakurê Minbicê, şêniyên Minbicê xwe li ser bikaranîna çekan perwerde dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya PADE′ê Hisên Hecî da zanîn ku parastin û vîna civaka êzidî ji planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û PDK′ê bi hêztir in û got: "Komployên bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina hêzên parastina Şengalê dê bi bin bikevin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedaran diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla ber bi hilweşînê ve diçe û got bikaranîna çekên kîmyewî nîşana têkçûna wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku kar û projeyên wê yên ji bo binesaziya enerjiya kehrebeyê didomin û diyar kir ku wan saetên elektronîk ên kehrebeyê li gundewarên bakurê Tebqayê danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Profesor Mahmut Patel têrkildarî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê şerê xwe yê mezin ê li dijî Kurdan, gelên Tirkiyê, sosyalîstan û aliyên demokrat û azadîxwaz li Îmraliyê dimeşîne.

CÎHAN

- Di raporan de hate gotin dagirkeriya Tirk hewl dide hemû çeteyên sûrî li bakurê Sûriyê bixe bin kontrola çeteyên "Cebhet El Nusra", di heman demê de di civîna avhewayê 27 de tenê soz hatin dayîn.

JIN

- Rûken Jiyan a ji pêkhateya Ereb, ji bo rizgarkirina jinan ji zilm, koletî û serdestiyê, baweriya xwe bi fikir û felsefeya rêber Ocalan anî. Rûken di oxira rizgarkirina gelên Kurdistanê ji mêtîngeran û heta li Rojhilata Kurdistanê gihaşt asta şehadetê, li ser şopa şehîdan meşiya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA