ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Şehîd Yilmaz beriya ku şehîd bikeve wiha dibêje: “Berxwedan berdewam e, em ê serî ji dijminan re netewînin, serkeftin pare me ye, paşê gihatş asta şehadetê û ket nava karwanên şehîdên Berxwedana Rûmetê.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurdên li bajarê Hesekê bang li partiyên kurdî  kirin ku li hemberî xeteriyên ku hebûna kurdan dikin hedef, yekîtiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birîndarên şer bang li gelên herêmê kirin ku li dijî êrişên qirkirina gelên herêmê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Serêkaniyê gotin: “Çeteyên artêşa Tirk li ser sivîlan komkujî pêk anîn. Lewma em bang li NY`yê û hêzên cîhanî dikin. Bila çeteyên Tirkiyê bixin lîsteya terorê û hesab ji wan bixwazin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên dixwazin li malan xwe vegerin, lê artêşa Tirk û çeteyên wê yên “Artêşa Wetenî ya Sûrî” nehiştin derbasî warên xwe bibin. Şênî dibêjin: “Dema Erdogan êriş kir, bi îdîayên avakirina "herêma ewle"êriş kir, lê di rastiya xwe de herêm bûne herêmên talankirinê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di dîrokê de ji ber ku hebûna xwe parastiye, Kurd gelek caran bi navên cuda hatine reşkirin. Berxwedanên xweparastinê yên Kurdan bi navên ‘eşqiya’ û ‘terorîst’ hatine binavkirin lê dîsa jî planên dewletên dagirker hatine têkbirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Meclisa Rûspiyan a Dêrazorê şêx Ebdulbasit Elî diyar kir ku Elî Memlûk ji serdana xwe armanc dike fîtneyan di navbera êl û gelên herêmê belav bike û got: "Li Dêrazorê em milyonek û 600  kes in û em tev li civînê nebûn. Lewra ew nikarin biryarê li şûna me bigirin. Em ji bilî QSD`ê qebûl nakin û dest jê bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Ereb nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a avakirina "Herêma Ewle" li Bakurê Sûriyê dan û got: "Armanca Tirkiyê ji vê yekê parçekirina xaka Sûriyê ye". Siyasetmedaran bang li welatên Ereban kirin ku li hemberî projeya Tirkiyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ji piştgiriya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk "Bi dirûşmeya "Çand û Huner ji berxwedan û têkoşînê ye" şahiyekê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermenda Kurd MizgînTahir bi konsertekê piştgiriya xwe ji berxwedana Rojava re rave kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi barîna baranê re û destekdayîna komîteyên çandiniyê, mewsima çandiniyê baş destpêkir. Lê tevî wê jî heta niha bi hezaran hikar nehatine çandin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker her kesê nêzî zeviyên xwe yên li ser sînor dibe, dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heta niha 150 malbat ji ber komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihiştine navçeya Şedadê, di demekê de ku rêxistinên mirovî karê xwe pêk neyînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA